Bi boneya salvegera 7`an a rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê, bi beşdariya bi dehan şêniyan, filma “Nameyên ji Şengalê” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hate nîşandan. Filma “Nameyên ji Şengalê” cara yekê li Rojava tê nîşandan.
Film ji aliyê Komîna Rojava û Produksiyona Nûjiyan ve hatiye çêkirin û Dêrsim Zêravan derhêneriya wê kiriye.Film balê dikişine ser êş û azarên di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê de li Şengalê qewimîne, rizgarkirina xelkê Şengalê û berxwedana şervanan.
Li gorî berpirsên filmê, xebatên çêkirina filmê li Şengalê hatine meşandin û sala 2019`an bi dawî bûne. Film di Mihrîcana Filmên Kurdî ya li Londonê de jî hate nîşandan.
Film ji 6 beşan pêk tê. Di her beşe de nameyek heye kurt tê xwendin û her wiha her beşek serpêhatiyekê vedibêje.
ANHA/QAMIŞLO