- Ji nameyên Huseyin Çelebî û Christa Eckes ji hev re di hepsê de nivîsîne kitêbek hat amadekirin. Di kitêbê de behsa tecrîdê, greva birçîbûnê ya RAF´ê ya sala 1989´an, Doza Dusseldorfê ya li dijî Kurdan û tevgerên şoreşger tê kirin.
Yek ji kadroyên pêşegn ên PKK´ê li Ewrûpayê yên salên 1980´yî Huseyin Çelebî ye. Ew ji 1988´an û pê ve qederê 2 salan di hepsa dewleta Elman a Stammheimê de hat tecrîdkirin. Siyasetvana çepgir a Elman Christa Eckes jî hingê bi gunehbariya endametiya RAF (Fraksiyona Artêşa Sor) di hepsê de bû. Huseyin Çelebî û Christa Eckes ji hev re name nivsîandibûn. Ev name piştî wefata Christa Eckes tesadufî derketin holê û niha jî weke kitêb hatin weşandin. Di van nameyan de her du jî behsa tecrûbeyên xwe yên hepsê û berxwedana xwe dikin. Niha ev name weke kitêbeke 200 rûpelî hat weşandin.
Christa Eckes ji mêj di hepsê de bû. Ew sala 1973´yan bûbû endama RAF´ê û sala 1984’an careke din ketibû hepsê. Huseyîn Çelebî bi xwe ji ber doza ku jê re Doza Dusseldorfê tê gotin sala 1988´an hatibû girtin û piştî ku sala 1990´î hat berdan wî berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê. Di Cotmeha 1992´yan de Huseyin Çelebî di êrişa PDK, YNK û dewleta Tirk a li dijî gerîlayên ARGK´ê de şehîd bû.
Nameyên wan behsa greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza RAF´ê, berxwedana 1989’an û Doza Dusseldorfê ya li dijî Kurdan dike. Ev doz ji bo qedexekirina PKK´ê jî bû hewldana pêşî.
Piştî mirina Christina
Tevî sansura dijwar a meqamên dewleta Elman jî Christa Eckes û Huseyin Çelebî bi nameyên xwe hizrên xwe yên li ser tecrîdkirinê, rewşa tevgerên çep ên Kurd, Tirk û Elman îfade dikin.
Gisela Dutzi, Sieglinde Hofmann û Brigitte Mohnhaupt ev nameyên pirr taybet weşandine. Di kitêba 200 rûpelî de nivîseke hevdamezrênerê PKK´ê Duran Kalkan, kronolojiyeke berfireh û gelek wêne jî hene. Weşanxaneya Frankfurtî, Verlag der Stiftung Cimarron kitêb weşandiye. Dutzi, Hofmann û Mohnhaupt ji hevrêyên Christa Eckes in. Wan di demên cihê de di hepsê de ew nas kiribû.
Christa Eckes sala 2012´an wefat kir û nameyên xwe û Huseyîn Çelebî jî li pey xwe hiştin. Hevalên wê dibêjin, “Christa Eckes behsa van nameyan dikir, digot, ew ê van kopî bike, bisinifîne û bigihîne bavê Huseyin, Rifat Çelebî.”
Çawa dibin kitêb
Paşê wan name sinifandin û ji hev derxistin ka kîjan elaqedarî hev in. Hin qismên xwendina wan zehmet jî ji hev hat derxistin. Ji sê jinan Dutzi Bihara 2018 çû Rojava û çalakî û projeyên siyasî yên li Rojava nas kirin. Wê li wir yek ji şiyarên sereke yên Tevgera Azadiya Jinên Kurd nas kir: Pirraniya têkoşînê ji bo guherîna me bi xwe ye. Ew li ser vê hizirî û berê xwe da salên xwe yên di hepsê de. Ew li nameyan vegeriyaye û dibêje, “ne hêsan bû” gelek agahî hebûn: “Xasma zehmet bû, ma kê wê ew qasî bi sebir be ku van bixwîne. Lê gava me paknivîsa nameyan bi kompûterê kir, ev fikr guherî. Ev bi me re bû alîkar ku em karibin berê xwe bidin rêveçûna fikrên herduyan.”
Tecrîda li Elmanyayê
Di nameyan de greva birçîbûnê ya RAF´ê ya sala 1989´an jî heye. Dutzi dibêje, name jiyana bi rastî ya di hepsê de jî nîşan dide hem jî kite bi kite.
Dutzi dibêje, jixwe sîstema tecrîdê ya Elman weke hesên Tîpa F birine Tirkiyeyê. Christa Eckes di nameyên xwe de ji Huseyin Çelebî re behsa tecrîdê bi berfirehî dike.
Ji bo girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê tecrîd tecrûbeyeke nû bû. Elaqedarî tecrîdê, Huseyin Çelebî di nameyên xwe de nivîsiye, Selahattin Erdem ji wî pirsiye, gelo ne mumkin e ku ji bo amadekirina parastina xwe ya hiqûqî ew bên cem hev. Huseyin Çelebî dibêje, “niha divê jê re bibêjim ku ev hizr bi serê xwe jî ‘terorîstane’ ye.”
Înternasyonalîzma Huseyin Çelebî
Huseyin Çelebî behsa dîroka Êzîdiyan jî dike û gava mirov van bixwîne, mirov bi carekê li Fermana 3´yê Tebaxê difikire.
Axir dawiya dawî, Gisela Dutzi, Sieglinde Hofmann û Brigitte Mohnhaupt biryarê didin bêyî guherandinê nameyan biweşînin. Ji bo jihevderxistina naveroka wan jî ew kronolojiyeke berfireh bi cih dikin. Ji bo Huseyin Çelebî xala herî muhim a di nameyan de xwe dide der jî înternasyonalîzm e. Bi her halî ev name ji bo yekî ji fîgurên sereke yên PKK´ê li Elmanyayê belgeyên gelekî muhim in. Ji bo ku sansurê jî bê tesîr bikin timî di nameyan de dengekî nizm ê mîzahî jî heye.
Navê kitêbê orîjînal Briefwechsel, Christa Eckes, Hüseyin Çelebi April 1988 - Dezember 1989. Kitêba 200 rûpelî ji weşanên Edition Cimarron derketiye.
* Ji Beşê Elmanî yê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatiye wergirtin.