- Malbatên Mazlum Dag û Abdurrehman Er ji Nêçîrvan Barzanî xwest, îdamê erê neke û îdam ji qanûnên Başûr bê derxistin.
Malbatên Mazlum Dag û Abdurrehman Er ku bi îdîaya kuştina berpirsê MÎT’ê li Hewlêrê cezayê îdamê li wan hatiye birrîn, nameyeke vekirî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û daxwaz jê kirin da ku ceza erê neke.
Mazlûm Dag û Abdurrehman Er piştî ku 17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêrê berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hat kuştin, hatibûn girtin û cezayê darvekirinê li wan hatibû birrîn. Ceza piştre ji aliyê dadgeha bilind a herêmê ve hatibû erêkirin. Lê li gorî yasayên Herêma Kurdistanê, ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê, pêwîst e serokê Herêma Kurdistanê ceza erê bike.
Li ser navê malbatên Mazlum Dag û Abdurrehman Er jî têkildarî mijarê, Necemettîn Er ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek vekirî şand û daxwazên xwe anîn ziman.
Wî got“Serokê birêz; Biraziyê min Abdurrehman Er û hevalê wî Mazlum Dax, 11’ê Sibata 2020’an di encama darizandineke kurt de ji aliyê dadgeha Hewlêrê ya 2’yemîn ve bi cezayê îdamê hatin cezakirin. Ev biryar bi awayekî lezgîn hewaleyî dadgeha bilind hate kirin. Di 22’ê Îlona 2020’an de li Iraqê rêveberîya Dadgeha Cezayê Bilind a Herêma Başûrê Kurdistanê ev cezayê îdama van herdu ciwanan erê kir.
Ciwanên welatparêz in
Serokê birêz; Cenabê we jî dizane di zagonên cezakirinê yên pêşketî de û li walatên demokratîk bi pirranî cezayê îdamê ji zagonan hatîye derxistin. Mixabin ji ber ku cezayê îdamê li Başûrê Kurdistanê heye, em wekî malbat ketine nava guman û xemgîniyeke gelekî mezin.
Em malbatên welatparêz in, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de me cangorî û bedelên giran dane. Cezakirina du ciwanên Kurd bi cezayê îdamê em şaş û matmayî hiştine, em vê biryara îdamê bi xemgînî pêşwazî dikin. Ev herdu ciwanên bi îdamê hatine cezakirin, ciwanên di bin zulm û zora dewleta Tirk de mezin bûyî ne. Her wiha ew şahidên zindî yên pêkanînên hovane yên dewleta Tirk li Kurdistanê ne. Ji bo vê jî ew tevlî nav refên têkoşîna azadîyê bûne û bi salan e ku li hemberî dewleta Tirk bi rihekî fedayî têdikoşin.
Îdamê ji qanûnan derxin
Ev ciwan şervanên azadiyê ne. Raya giştî ya Kurdistanê ya welatperwer wisa dibîne û dizane. Van ciwanên ku emrê xwe bexşî rêya azadiya Kurdistanê kirîn, heger îro ji aliyê dadgeha Kurdistanê ve bi cezayê îdamê têne cezakirin, ev ji me re bêsiûdî û bêşansiya herî mezin e. Em wekî malbat nikarin vê rewşê qebûl bikin.
Niha erêkirin û ne erêkirina vê îdamê di destê cenabê we birêz Serok de ye. Em li vir bangawaziya xwe digihînin cenabê we, em daxwaz dikin hûn vê biyara îdamê erê nekin. Em bawer dikin, heger hûn vê îdamê erê nekin û bidin rawestandin hûnê pêşiyê li rewşeke ku ji biratiya me re bibe ziyan bigirin. Ev helwêsta we wê mohra xwe li dîroka gelê Kurd bide.
Ev daxwaz û hestên me ji aliyê bi dehan rêxistin û saziyên sivîl û kesayetiyên navdar ve têne destekkirin û pejirandin. Ev sazî û rêxistinên sivîl, her wiha saziyên navnetewî li bendê ne ku cezayê îdamê ji tevahiya zagonan, bi taybetî ji zagona Herêma Başûrê Kurdistanê bê derxistin."
NAVENDA NÛÇEYAN