Nameya ji bo Ocalan desteser kirin

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:34

Nameya ku girtî Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê tê ragirtin, di 26’ê kanûna 2023’yan de ji Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re şandiye ji aliyê Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê ve hatiye desteserkirin.

Nameya ku Bayhan ji Ocalan re şandibû ji alî Desteya Dîsiplînê ya Girtîgehê ve bi gotina “Pêsindayîna sûc û sûcdar’’ hate desteserkirin.

Di nameyê de ku nivîskarê girtî Zekî Bayhan ji Rêber Ocalan re şandiye  wiha tê gotin: “Hewldan û bertekên ku ji we agahiyek bê wergirtin her tim çêbûn, çêdibin. Lê van tê re nekir ku encamek were girtin. Em di vê mijarê de xwe şermîn û şikestî hîs dikin. Ji xwe em dizanin ku heta têkoşîneke bihêz nebe ne pêkan e em encamekê bi dest bixin. Em hiqûqa navneteweyî deynin aliyekî, xeyale ku em ji pergaleke ku hiqûqa xwe bi xwe pêk naîne, tecrîdeke ku di cîhanê de mînaka wê nîne pêk tîne li benda tiştekî bibin. Encameke erênî encax bi têkoşîneke bihêz pêkan e.

Bayhan ê li navçeya Gever a Colemêrgê hatiye dinê 27 sal in di girtîgehê de ye. Bayhan di vê demê de pirtûkên bi navê “Derketina ji Paradîgmaya Dewletê ya Qirker-Neteweya Demokratîk” , “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadîxwaziya Zayendî” , “Di sedsala 21’an de Bîrdoziya Azadiyê- Sosyalîzma Demokratîk” û “Sifira Yukselmek” nivîsandin.

MA/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.