• Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên azadiyê yên di girtîgehên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de 40 roj li pey xwe hiştin. Nameya ku girtiyê azadiyê ji Rêber Abdullah Ocalan re şandiye hate sansur kirin.

Girtiyê bi navê Selamî Çîftçî yê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T ya Rihayê dîl girtiye, di 18’ê Kanûna 2023’yan de, ji bo Rêber Abdullah Ocalan nameyek şandibû. Lê lijneya îdare û çavdêriyê, dest danîbû ser nameya Çîftçî. Komîsyona Xwendina Nameyan a girtîgehê bi îdîaya ‘bi fikar e’, name neşandibû û biryar da ku were mihafezekirin. Li ser vê yekê, Çîftçî li Dadgeriya Înfazê ya Rihayê gilî kir. Dadgeriyê ev gilî nirxand, giliyê girtiyê azadiyê qebûl kir, biryara lijneya rêveberî û çavdêriyê red kir. Lê beşên ku bi fikar hatine dîtin, xêz kirin û biryar da ku name ji Îmraliyê re were şandin. Bi vî awayî nameya girtiyê azadiyê ji girtîgeha Îmraliyê re hate şandin. 

Em ê li berxwe bidin

Di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendên cîhanê kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareserî" hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de di 27’ê Mijdarê de li 106 girtîgehên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, girtiyên azadiyê dest bi greva birçîbûnê kir. Ev çalakî di roja 40’î de dewam dike. Herwiha ji bo piştgiriya bi zarokên xwe re xizmên girtiyan jî li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Izmîr û Stenbolê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.

Rê li ber Abdullah Ocalan vekin

Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat, li Amedê li cihê Nobeta Adaletê, li ser çalakiya ku wan daye destpêkirin axivî. Canpolat anî ziman ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, sedema tevahiya krîzên li welat e. Canpolat anî ziman ku divê fikrên Rêber Abdullah Ocalan bigihîjin civakê û gotinên Abdullah Ocalan ên “Heger derfet bên dayîn, ez ê di nava hefteyekê de pirsgirêkê çareser bikim’’ bi bîr xistin. Canpolat destnîşan kir ku divê rê li ber vê sozê bê vekirin û got, “Sedema astengiya heyî ya li ser siyasetê ew e ku rê li ber vê yekê nayê vekirin.” Canpolat diyar kir ku hem girtî hem jî malbatên wan bi biryar in ku heta Abdullah Ocalan azad bibe, çalakiya xwe bidomînin. Canpolat destnîşan kir ku ji bo bidawîbûna şer, ji bo kes nemire û ji bo krîza aborî ya ji ber tecrîdê kûr bûye, ji holê rabe, divê herkes li dijî tecrîdê rabe û got, “Heger ev tecrîd bi dawî nebe, dibe ku greva birçîbûnê veguhere greva bêdem û bêdor. Lewma divê her kes hevkariyê li aştiya vî welatî bike."  

Em dixwazin li cîhaneke xweş bijîn

Yasûre Tufan a li Amedê beşdarî Nobeda Edaletê bûye jî got, "Pirsgirêka me tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan e. Ev kampanya ji bo Serok Ocalan, ji bo girtiyan dest pê kir. Çi ji destê me bê divê em bikin. Em li pey axa xwe, welatê xwe, Rêberê xwe bin." Yasûre Tûfanê got, “Divê êdî dayîk negirîn, kes neyê kuştin. Em dixwazin zarokên xwe li cîhaneke xweş, li ser axa xwe mezin bikin. Heta çare bê dîtin, em ê li ber xwe bidin."

NAVENDA NÛÇEYAN