Nalên evêtî gencîneya Thamas in

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 14 Îlon 2024 - 00:53

Nalên avêtî gencîneya Thamas in

Peykersazê bi navê Jamie Thomas ji bo tiştên avêtî pênaseyeke wiha dike; “Çop û gemara mirovekî gencîneya mirovekî din e.” Ew peykersazekî ji Zelendaya Nû ye û bêhtir ji tiştên avêtî peykerên xwe çêdike. Nexasim jî nalên avêtî yên hespan pirr bala wî dikşînin û ji van nalan peykerên hewyanan çêdike. 

Jamie Thomas nalên hespan ji du kesan kirriye. Ev du kes jî ev 20 sal in ku nalên hespan kom dikin. Jamie Thomas pêvajoya çêkirina peykerên xwe digire vîdeoyan û van vîdeoyên xwe li ser hesabên xwe yên medyayê civakî parve dike. Her wiha ew dixwaze bi rêya van vîdeoyan perwerdeya peykeran jî bide xelkê. Jamie Thomas dide zanîn ku karê wî gelek zehmet e lê ji zehmetiya karê xwe hez dike û dibêje; “Gava insan halê dawî yê peykerên min dibînin pirr kêfxweş dibim û xwe baş hîs dikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.