Nahêlin parêzer miwekîlê xwe bibînin

Sêşem 13 Tebax 2024 - 01:25

Zext û zordariya li girtîgehan tenê bi girtiyan re sînordar nîne, xasma jî li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Entalyayê tehdeyên kêfî zêde dibin. Parêzer Ahmet Atiş ragihand ku ew ji X-rayê hatiye derbaskirin û piştre jî xwestine kul i ser wî bigerin, dema ku ev qebûl nekiriye nehiştine ku Atiş miwekîlê xwe bibîne.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ahmet Atiş, ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe yê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, di 9’ê tebaxê de çû girtîgehê. Atiş, ewil ji cîhazê X-rayê derbas bû û piştre hat xwestin ku ser wî lêgerînê bikin. Atiş li dijî vê derket û jê re hate gotin, “Fermana teqez a midûr beg heye. Em nikarin derveyî wê fermanê tevbigerin.” Nehiştin Atiş ê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike. 

Li Girtîgeha Antalyayê gavên derî mewzûatê 

Atiş, da zanîn ku dema ji cîhazê X-rayê derbas bûyî tu hişyarî çênebûn û wiha got: “Tevî vê jî xwestin lêgerînê bikin. Ev yek derî hiqûqê ye. Heke gavên wiha yên derhiqûqî li hiqûqnasan bên ferzkirin, xwedê dizane li girtiyan çi ferz dikin. Sedema zêdebûna nehiqûqiyan, polîtîkayên girtîgehan e. Gelo ev şexs vê hêzê ji ku digirin? Ji polîtîkaya necezakirinê digirin. Girtîgeh ji kontrolan re girtî ne. Her tişt girêdayî keyfa dozgerê girtîgehê û midûrê saziyê ye. Carinan jî ji bo li gorî polîtîkaya şer a hikûmetê tevbigerin, zextên xwe yên li ser parêzer û girtiyan zêde dikin. Ji berê ve li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tehde hene. Bi taybet jî li hemberî girtiyên siyasî gavên li dijî mewzûatê hene. Heta radyoya girtiyan ku ji kantînê girtine jî desteser dikin. Nahêlin pirtûk û rojname bigihijin ber destê girtiyan. Bi belge û girtekên derew û xelet cezayên disiplînê li girtiyan dibirin.” 

Tecrîda li Îmraliyê li civakê berbelav dibe 

Bi domdarî Atiş anî ziman ku tiştên diqewimin tekiliya xwe bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan re heye ku ev 41 meh in agahî jê nayên girtin û wiha pê de çû: “Bi tecrîda Îmraliyê re hewl didin civakê bi temamî bixin tecrîdê. Êdî hate asteke wisa ku tehemûlî zimanê Kurdî jî nakin. Êdî tehemûla wan a ji bo du peyvên bi Kurdî yên hişyariya trafîkê jî nema ye. Di mewzûata heyî de şertên hevdîtinê yên hikûmxwarekî hene. Li gorî qanûnên dewletê bi xwe derxistiye, kesekê bi cezayê muebbeta giran hatiye cezakirin, hevdîtina wî/wê ya bi malbat û parêzeran re di mewzûatê de eşkere ye. Lê ev bû çar sal tecrîd didome. Di cîhanê de mînakeke wiha tune ye. Tecrîdeke derhiqûqî heye.”  

Atiş, da zanîn ku dê têkildarî derhiqûqtiya lê hatiye kirin serlêdana sûc bike. 

MA/ANTALYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.