Nadir Nadirov ji zanyarên mezin ên civaka Kurd a li Kazaxistanê, doh 89 salî çû ber dilovaniya Xwedê. Keça wî Narîn Nadirova bi gotinên "Mixabin min îro bavê xwe winda kir. Wateya gotinan nema... #NadirNadirov" di ser hesabê xwe yê twitterê re mirina bavê xwe da zanîn.
Nadir Nadirov li Sûrî û Libnanê gelek caran çûbû serdana Rêber Abdullah Ocalan jî.
Nadir Nadirov li ser kîmya û petrolê 8 kitêb derxistine. Wî bi sedan meqale nivîsandine û 28 monografiyên wî yên zanistî hebûn.
NAVENDA NÛÇEYAN