Nadin xelkê difiroşin derve

Çarşem 29 Çile 2025 - 02:20

Desthilatdariya qaşo Kurd a Başûrê Kurdistanê ev zêdetirî 33 salane nikariye mafên bingehîn yên welatiyan dabîn bike ku yek ji wan mafên jiyanî jî, elektrîk e. Bi taybetî elektrîk ku di zivistan û havînê de saetên dayînê dikeve bin 10 saetan bûye sedema nerazîbûna xelkê. Di vê derbarê de xelkê Silêmaniyê zehmetiyên kêm dayîna saetên elektrîka giştî vegotin. Şoxan Cemal derbarê pirsgirêka kêmbûna elektrîka giştî (elektrîka hikûmetê) de got:“Ev 33 salin dibêjin ‘emê pirsgirêkê çareser bikin’ lê ji berê xirabtir bûye. Jeneratorên taybet jî sedemeke sereke ne ji bo pîskirina jîngehê. Ji ber dûkêla reş kes nikare bêhna xwe bikşîne. Hikûmet dikare pirsgirêka elektrîkê çareser bike, lê difiroşe bajarên başûrê Iraqê û nade welatiyên xwe.”

An bibî kole an bê elektrîk bimînî

Cemal Ehmed jî derbarê mijarê de got:“Tevî ku demsala zivistanê ye, sermaye û pêdiviya welatiyan bi elektrîka hikûmetê heye jî lê Hikûmeta Herêmê elektrîka niştimanî nade welatiyan û difiroşe başûrê Iraqê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê du rê danîne pêşiya welatiyên xwe; yan divê bibî koleyê wan û karmendê wan bî, yan jî tu wê bê av, elektrîk û mûçe bimînî.”

Evîn Mihemed jî got:’’Carna di rojekê de saetek yan du saet elektrîk heye. Ji ber ku jinên malê gelek kar bi elektrîka hikûmetê dikin, ji ber nebûna elektrîka giştî pirsgirêkeke mezin ji jinan re çêdike. Ger jenerator rojane elektrîkê nedin, wê wek berê emê li ber ronahiya çirayê rûnin. Di dawiya mehê de jî pere zêde tê, ev jî ji ber rewşa xirab a madî ku xelkê Başûrê Kurdistanê ji ber sedema nedayîna mûçeyan pê re rûbirû ye, ji me re dibe bargiranî û pirsgirêkek mezin.” Hêjayî bibîrxistinê ye ku Berpirsê Ragihandina Elektrîka Silêmaniyê Sîrwan Mihemed nexwest bersiva daxwazên welatiyan bide û got ku zêdekirina dayîna saetên elektrîka hikûmetê ne di destê wî de ye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.