Nabe tecrîd dewam bike

Şemî 16 Adar 2024 - 00:58

Serokê berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson ku piştgiriyê dide pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, ji ANF’ê re axivî. Sîgûrdsson got ku dewleta Tirk têkildarî mijara Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî jê nayê wergirtin, hemû peymanên navneteweyî binpê kiriye. Sîgûrdsson rewşa li Îmraliyê weke êşkence pênase kir û got:“Nahêlin ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Ev bi eşkere êşkence ye.”

Sîgûrdsson têkildarî dema mayîna girtiyan a li girtîgehê, ji welatên Yekîtiya Ewropayê û Danîmarkayê mînak dan û got:“Li piranî welatên Yekîtiya Ewropayê herî zêde 16 sal cezayê girtîgehê hûn dikarin bistînin. Birêz Ocalan ji bo rawestandina şerê nemerdane yê li dijî Kurdan bêyî ku derfetê bidinê ku bi hikûmet û rayedaran re hevdîtinê bike, 25 sal in li wir tê girtin.”

Sîgûrdsson destnîşan kir ku domandina tecrîdê ne li gorî peymanên navneteweyî ye û wiha got:“Tirkiye dixwaze bibe endamê YE û NATO’yê. Ji bo ku li gorî qanûnên mafên mirovan a navneteweyî tevbigerin, zextê li rayedarên li Tirkiyeyê nakin. Ev standarteke cot e.” Vîllo Sîgûrdsson bi bîr xist ku ew parçeyekî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ye û got:“Bûyîna parçeyekî kampanyayê, pir baş e. Ez jî tevlî çend rûniştinên kampanyayê bûm. Li gorî min divê kampanya bê domandin û ji bo azadiya Ocalan em daraz û rayedarên navneteweyî jî bi kar bînin. Nabe ku ev bi vî rengî dewam bike, ji ber ku ne li gorî hemû qanûnên navneteweyî ye. Ji bo berdana Birêz Ocalan, divê em zextê li hikûmeta Tirk bikin.”

ANF/MUHAMMED KAYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.