Muzîka Kurdî û pêdiviya bi pisporan

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Îlon 2024 - 00:17

ZEYNEP YAŞ / ANF / AMED

Muzîka Kurdî di nava şert û mercên heyî yên cîhanê de hewl dide hebûna xwe dewam bike. Li gel polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi salan û hewldanên tinekirinê jî bandora muzîka Kurdî îro jî li deverên cuda yên cîhanê heye. Lêkolînên dewleta Tirk ên li ser muzîka Kurdî digihêje heta salên 1990'î. Darulelhan (Dibistana muzîkê ya destpêkê ya Osmaniyan) tenê di lêkolînên sala 1916'an de 850 stranên Kurdî qeyd kir.

Li gorî lêkolînên li ser muzîka Kurdî qeyda herî kevn digihêje heta sala 1902'an. Di qeydên ku ji aliyê lêkolîner Zeynep Yaş ve hatine dîtin, ji Yûsûf Bey stranên 'Qasim Begê' û 'Li minê', ji Nazli Xanimê stranên 'Xelîlo Lawo' û 'Lo Dilo' û ji Alî yê ji Diyarbekirê strana 'Diyarbekira Şewitî' hene. Ev qeyd çend sal beriya qeyda hunermendê Suryanî Kosrof Malool e ku li Emerîkayê li ser plaqê xwendibû.

Zeynep Yaş her wiha bi bîr xist ku qeydkirina deng di salên 1890'î de destpê kir, lê belê Kurdan qeyda muzîka xwe piştî salên 1950'î pêk anî û got, "Heta wê demê produksiyonên Kurdan tine bûn. Antropolog, arkeolog û etnolog ên Ewropî ku di salên 1902, 1905 û 1908'an de li Kurdistanê lêkolîna qadê kirin, qeydên fonograf dîtin, piştre jî li Emerîkayê yekemcar muzîsyenên Suryanî û Ermen li ser plaqên 78'an muzîka Kurdî qeyd kirin. Piştî 122'an me karîbûn xwe bigihînin van qeydan. Bi tesadufî haya me jê çêbû û me tevlî mîrateya muzîka Kurdî kir. Yên ku me heta niha karîbû xwe bigihînin dibe ku beşeke gelekî biçûk a arşîvên berhevkirî ye. Berhemên muzîka Kurdî ji ber ku bi navê welatên serwer weke arşîva muzîkê ya Fars, Ereb û Tirk hatine qeydkirin, xwegihandina wê zehmet e. Piştî sala 1926'an ji Rûsya Sowyetê heta bi Emerîka, Iraq, Îran, Misir, Lubnan û Qûweytê gelek dewletan ji ber sedemên siyasî di radyoyên xwe de cih dan muzîka Kurdî."

Kurdan çanda devkî parast

Yaş destnîşan kir ku di parastina nasnameya neteweyî ya Kurdan de rêûresma devkî gelekî girîng e, aliyê herî xurt ê Kurdan rêûresma dîrok û çanda devkî ye û got, "Di nava nifşan de bi gotinê, bi rîtmê baş hate parastin. Ji ber ku rêûresm hate parastin, li gel ewqas destwerdanan jî xwe parastiye û bûye hêmanên bingehîn ên nasnameya neteweyî ya xwezayî ya gelekî. Muzîka Kurdî jî di salên destpêkê yên qeydkirinê de mîna hemû muzîkên cîhanê li destwerdana teknîkî rast hat. Ji ber ku dema qeydkirinê ji 2-3 heta 5 deqeyan hate bisînorkirin, di forûma muzîka destan, efsane û dengbêjiyê ya Kurdan de jî hin guhertin çêbûn. Zembilfiroş destaneke ku bi rojan dikare bê gotin, lê ji ber vê yekê dengbêjan bi forma herî guncaw jinûve berhev kirin û bi rengê çend deqeyan amade kirin. Tişta balkêş jî ew e ku bandora destana ji du, sê deqeyan bi qasî bandora vegotina 7 roj û 7 şevan e."

‘Bi muzîkê re hîn xurttir bû’

Yaş anî ziman ku di nava Kurdan de bi taybetî li Bakur çanda dengbêjiyê demekê gelekî xurt û zindî bû, lê belê demekê wateya xwe kêm bû û got, "Di salên 1990'î de bi zêdebûna televîzyon û radyoyên bi Kurdî weşan dikirin, zêdebûna nifûsa Kurdan a li dîasporayê, girîngiya nasnameya siyasî û mafên çandî kir ku têkiliya çanda berê bi çanda devkî û muzîkê re hîn xurt bibe û ji nû ve bû xwedî girîngî û wateyê."

Divê mîrateya çandî were berhevkirin

Yaş anî ziman ku heger mîrateya çandî ya xwecihî û xwezayî neyê berhevkirin û qeydkirin piştî 20 salan wê mirov nikaribe qala çanda devkî ya kevneşop û çavkaniyên muzîka Kurdî bikin û got, "Bi pêşketina teknolojiyê re wê xezîneya çandî roj bi roj winda bibe, piştî 20 salan wê dibe ku tiştek nemîne ku em berhev bikin. Lewma niha pêwîstiya me bi berhevkar, arşîvkar, lêkolîner û akademîsyenên ku di vê mijarê de pispor in, heye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.