Dibistana yekê ya Hewlêrê ya sala 1930´î hatibû avakirin, bi biryara hikûmeta Hewlêrê li cihê xwe yê orîjînal weke Muzeya Arşîva Perwerdeyê hat muhafezekirin. Yanî li bazara li navenda Hewlêrê, Bazara Niştiman dinihêre. Di muzeyê de tevahiya wêne û belgeyan di hol û sinifan de hatine bicihkirin. 

Navên midûrên dibistanê li holên dibistanê hatine kirin. Ev dibistan di dawiya salên şêstî de yekane dibsitana birêkûpêk bû li Başûrê Kurdistanê. Tevahiya arşîv û belgeyên wê xweşik bi rêkûpêkkirî li hol û sinifan in. Midûrê pêşî yên dibistanê Ebdulah Ezîz bû, piştî wî Ehmed Nacî, Îzedîn Faîzî û Xezir Mewlûd bûne midûr.

Îro rêveberê muzeyê Omêd Enwer e û gava zarok diçin serdana muzeyê, ew bi xwe jî  bi cilûbergên hingê yên mamosteyan dersan dide zarokan.

HEWLÊR