Muzexaneya Seîd ji Berdereşê re

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 18 Îlon 2022 - 22:00

  • Çîroka hema hema her parçeyê di muzexaneya li Berdereşê heye. Seîd Beranî tiştên tê de di 31 salan de berhev kirine. Sermeselê cotek pêlavên jinan hene. Zilamekî ji Berdereşê beriya bi 80 salan hezar kîlometre rê çûye û ew cot ji dergistiya xwe re aniye. 

Li Kurdistanê gelek kes hene ku tişt û alavên jiyana rojane, amûrên kar ên gundewariyê yên berê, cilûbergên gelêrî, mehfûr û berên bi desta çêkirî berhev dikin. Gelekan ji wan nexasim li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi awayî li nava mala xwe tiştekî weke muzexaneyê çêkiriye.   

Seîd Beranî jî yek ji wan e. Ev bêhtirî 31 salan e ku ew tişt, alav û cilûbergan berhev dike. Li mala xwe ya li Berdereşa Dihikê ew van tiştan muhafeze dike. Pirraniya wan dikarin weke mîrasa çandî ya civaka Kurd a gundewarî bên dîtin. Seîd Beranî heta niha qederê hezar parçeyî li mala xwe dane hev. 

Serê pêşî tenê nava mala wî hebû ji van tiştan. Ji ber wê yekê wî mala xwe veguherand muzexaneyekê. Niha ew li aliyekî piçûk ê Navenda Ciwanan û Sporê ya Berdereşê  van parçeyên ji mîrasa çandî diparêze. 

Seîd Beranî timî hez ji mîrasa çandî ya Kurdan kiriye. Ew heyranê van tiştan bûye. Gava sala 1976´an diçe serdana muzexaneya Mûsilê. Ha hingê jî ev fikra ku van tişt û alavan mîrasa çandî  bide hev, pêre peyda bûye.

Enfalê û globalbûn bûne sedem

Axir ew dibêje, du sedemên sereke hebûn ku kirine ew xwe bide ber vî barî. Ya yekê bipêşketina bi lez a teknolojiyê û globalbûnê kirine ku tişt û alavên senhetkaran çêdikirin, bi lez ji holê rabin. Yên ku man jî, gelekî guherîne.  

Sedema duyem jî qirkirina Kurdan bi destê Sedam Hiseyn bûye. Lewma di dema enfalkirina Kurdan de gelek gundên Kurdistanê hatin xirakirin û gelek kêm tişt ji wan filitîn. Axir li qederê 100 gundên li hawîrdora Berdereşê gelek alav, amûr û tişt hebûne. 

Piştî Raperînê keysa xwe lê aniye

Piştî Raperîna 1991´ê, Seîd Beranî kar kir û dest bi berhevkirina tişt, alav û amûrên çandî yên jiyana gundewarî yên Kurdan kir. Wî her wiha hewl da cihekî ji bo parastina wan jî peyda bike. 

Wî berê xwe dida gundan da ku van tiştan peyda bike, tiştên ku gundiyan êdî bi kar nedianîn. 

Di nava tiştên li muzexaneya Seîd Beranî de bazinekî 149 salî jî heye. 

Ji wî serî dinyayê aniye

Hema hema her tişta li muzexayeê, çîroka wê bi xwe heye. Sermeselê cotek pêlavên jinan ên ji beriya 80 salan hene. Mêrekî ji Berdereşê hezar kîlometre rê çûye, da ku vî cotê pêlavan ji dergistiya xwe re bikirre.

Yanî bi gotinên zemanan, çûye wî serî dinyayê û ji dergistiya xwe re cotek pêlav kirriye.

Destar, cilûbergên gelêrî, merş, berr, mehfûr, kûz, dîzik, vazoyên kevin, firaxên midbex û navmalê, alav û amûrên çandiniyê û xwedîkirina pez û xelek xemlên mirovan û malan… Qederê hezar parçeyên li muzexaneya Seîd Beranî ji van tiştan pêk tên. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.