Muxatap Ocalan e

Şemî 3 Sibat 2024 - 02:45

  • Meşa Azadiyê ya li bakurê Kurdistanê ku ji du baskan destpê kirî, di roja 3’an de dewam dike. Çalakgerên ku tevlî Meşa Azadiyê bûne gotin: Muxatap Ocalan e.

Meşa Azadiyê ya Mezin ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya siyasî ya meseleya kurd hatibû destpêkirin di roja 3’an de dewam dike. Meşvanên milê Qersê di saetên serê sibehê de ji bajêr veqetiyan û derbasî Bazarcixa Têgorê bûn. Li vir Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar da zanîn ew ji bo piştevaniya meşa azadiyê derketin ser rê û got;"Muxatab Ocalan e." Zarîf Anli jî li vir da zanîn ew ê tim têkoşîna xwe bidomînin. Piştî axaftinan dirûşmeyên, “Bijî berxwedana zindanan”, “Biji berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin. Piştre meşvan derbasî Têgorê bûn. Li vir parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan da zanîn divê meseleya kurd bê çareserkirin û got divê aştî bê û encax ev aştî jî bi saya Abdullah Ocalan pêk were. 

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ên di baskê meşê yê Wanê de ne jî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bûn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di nav meşvanan de cih digirin. Meşvanên ku pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Meşa Azadiyê” dinivîse li xwe kirin, li navenda bajêr bi gel re hatin bahev. Meşa çalakgeran rastî eleqeyeke mezin a xelkê deverê dibe. Çalakî bi coşeke mezin dewam dike. 

Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş ku di baskê Wanê yê meşê de ye, meş nirxand. Bêrîtan Guneş ragihand ku tecrîd ji bo gelê Kurd mijareke esasî ye û got:"Ji ber ku îro li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn siyaset bi tecrîdê tê meşandin. Pêwendiya her tiştî bi tecrîdê heye. Pirsgirêk û çareseriya wan hemû li dora tecrîd û pirsgirêka Kurd e. Gav li gorî vê yekê têne avêtin. Pirsgirêka tecrîdê pirsgirêkeke mezin e û desthilatdarî jî bi rêya tecrîdê pirsgirêkên heyî kûrtir dike. Desthilatdarî têkoşîn, ziman, siyaset, çand û paradîgmaya gelê Kurd a ku bi salan e dewam dike, hewl dide bi rêya tecrîdê têk bibe. Bi tecrîdê hewl didin têkiliya Birêz Ocalan a bi civakê re qut bikin. Bi rêya tecrîdê hewl didin ku civakê ji çareserî û aştiyê qut bikin. Tecrîd 25 sal in di rojeva gelê Kurd de ye û li gel hewldan, zext û êrîşên desthilatdariyê jî Îmrali nehate jibîrkirin. Em jî hewl didin ku bi vê meşê tecrîdê careke din û bi rengekî xurt bixin rojeva desthilatdarî û civakê. Girtî 68 roj in li zindanan li ber xwe didin. Li Ewropayê jî gelek çalakî hene. Li dijî tecrîdê gel li her derê li ber xwe didin, têdikoşin. Pêwendiya her çalakiyê bi hev re heye, ji ber ku armanca wan hevpar e. Armanc jî bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Peyama me zelal e. Rêya aştî û çareseriyê jî ji Îmraliyê derbas dibe."

Berpirsiyariya xwe bicîh tînin

Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Saliha Aydenîz jî bal bire ser Meşa Mezin a Azadiyê ku li gel 75 aktîvîstên mafên mirovan dane destpêkirin û bi bîr xist ku wê meşa wan a ji 1’ê Sibahê dest pê kirine heta 15’ê Sibatê berdewam bike. Saliha, wiha domand: “Wekî ku hûn zanin 15’ê Sibatê salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê me li tevahiya bakûrê Kurdistanê ji du baksan ve wek Qers û Wanê dest bi meşa xwe kir. Meşa me wê heta Halfelî berdewam bike. Em ê her roj li bajarekî û navçeyekê bi gelên xwe re bên lgel hev.  Ev desthilatdar û dewlet bi polîtîqayên tecrîdê qeyranê kûrtir dikin. Çareserî hev guhdarkirin e. Çareserî diyalog mezinkirin e. Çareserî rola Birêz Ocalan a di aştiyê de dîtine. Em berpirsyariya xwe dibînin. Baweriya me mezin e. Berpirsyariya me jî vê baweriyê, vê fikir û ramanê belavkirin e. Em bi vê berpirsiyariyê derketine. Em ê li Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Amed û Rihayê vê meşa pêk binin. Lê daxwaza me ya azdiyê wê berdewam bike heta çareseriyê. Baweriya me gelek mezin e. Bi vê baweriyê em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.