Muxatab Îmralî ye
Sêşem 19 Mijdar 2024 - 03:05
Platforma Saziyên Demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar xist. Ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê gelek kes tevlî bûn û bi dirûşm û peyamên xwe gotin ku muxatab Îmrali ye. Meryem Aktaş diyar kir ku ew ji bo bidawîkirina ferzkirina qeyûman tevlî mitîngê bûye û got:“Em qeyûman naxwazin. Em dixwazin seroka me Gulistan bajarê me birêve bibe. Bila li dora panzer tune bin. Her wiha em dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe. Em dixwazin şer bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê her kes rabe ser pêyan û bibêje bes e.” Emîne Alkiş jî got:“Em ê bi têkoşîneke hevpar tecrîdê rakin. Em ji bo xwedîderketina li îradeya xwe û li dijî tecrîdê hatin vê derê. Divê gelê kurd rêxistiniya xwe xurt bike. Divê dayikên her çar parçeyên Kurdistanê bi destên hev bigirin. Divê em vê xerabiyê bi dawî bikin. Êlih û şaredarî yên me ne.” Asya Tahir jî diyar kir ku divê parazvanên mafên mirovan li dijî tiştên li vir diqewimin bêdeng nemînin û got:“Em şer naxwazin. Şer 100 salan jî bidome dê bi aştiyê biencam bibe. Muxatabê vê aştiyê jî Abdullah Ocalan e.”
Ferha Akbulut jî wiha got:“Ez bi gopalê xwe hatim vê derê. Ji gopalê min ditirsin. Bi hezaran kurdên mîna min wê li ber xwe bidin. Li rexekî em destê xwe dirêj dikin ew qebûl nakin li rexa din jî xefikan li ber kurdan danin. Wijdana wan nema ye, her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Dê çawa bibe? Muxatab Serok e, li Îmraliyê ye. Rêberê Gelê Kurd e.”
Tevî pitika xwe ya 2 mehî
Neşe Ertaş jî tevî pitikê xwe yê 2 mehî beşdarî mitîngê bû wiha got:“Bila kesek bi gotinên weke ‘Bila Abdullah Ocalan li Meclisê biaxive’ hewl nede me bixapîne. Em dizanin ku ev tevek lîstik in. Tevî pitika xwe ya 2 mehî hatim, hewce bike wê tevî hemû zarokên xwe bêm. Em dixwazin rêbertiya me tavilê bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike û were berdan. Muxatab Îmrali ye.”
Navnîşan Rêbertî ye
Raîfe Can nerazîbûn nîşanî qeyûm da û pirsa “Ka we digot xwişk-biratî?” Raîfe Can, bang li her kesî kir ku li dijî zilmê serî rakin. Hakan Turksoy ê tevî zarokê xwe yê 2 salî tevlî mitîngê bû jî got:“Qeyûm hizûra xelkê Êlihê têk dibe. Em dixwazin birêz Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bên berdan.” Kamîl Goktaş jî got ku ev 40 sal in diyar e ka kurd çi dixwazin û got:“Xelkê kurd êdî xwe nas dike. Gel li qadê diqîre û dibêje; ‘Rêberê min Ocalan e.’ Ev ne tiştekî veşarî ye. Qeyûm tayînî Xelfetiyê kirin. Ango ji gel re dibêjin; ‘Ez qeyûm tayînî bajarê serokê we dikim.’ Dixwazin gel paşvegavê biavêje lê gelê kurd wê bi her awayî li ber xwe bide.”
MA/ŞÎRVAN ŞÎLAN ÇÎL-HEVAL ONKOL