Mûşekeke din li baregeha Tirk ket

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:33

Hêzên milîs ên Iraqî mûşekeke din avêtin baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li Zîlkana li parêzgeha Mûsilê.

Li gorî medyaya Iraqê, baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Zîlkana li ser sînorê Mûsilê bûye armanca mûşekên grad û dibêje, “Nehatiye zanîn ka çend mûşek hatine barandin.” Lê mûşekek li baregehê ketiye.

Li gel muşekbarana baregehên dewleta Tirk a li Zîlkanê, helwestên li dijî hebûna dewleta Tirk a li nava xaka Iraqê zêde dibin û di çend rojên bihurî de ev baregeh gelek caran bû armanca mûşekan.

Baregeha leşkerî ya Zîlkanê yek ji baregehên dewleta Tirk yên li nava xaka Iraqê ye. Dikeve nav sînorê qezaya Beşîqa ya li bakurê rojhilatê bajarê Mûsilê.

ROJNEWS/MÛSIL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.