Mûayeneya kelepçekirî tê ferzkirin
Duşem 27 Çile 2025 - 02:45
Şîmel Çam ku keça girtiyê nexweş mehmet Emîn Çam e, diyar kir ku ew ji ber jiyana bavê xwe bi guman in û got mûayeneya kelepçekirî li bavê wê tê ferzkirin.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam 73 li Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê tê ragirtin. Mehmet Emîn Çam, di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a girtiyên nexweş de cih digire. Ji bo tehliyeya Çam gelek serlêdan hatin kirin lê tevek jî bêencam man. Şîmel Çam ku herî dawî di 20’ê Çileyê de çû serdana bavê xwe, got ku bavê wê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bîne.
Du caran ji mirinê filitî
Şîmel Çam, diyar kir ku gelek nexweşiyên bavê wê hene û got: “Dema ez çûyîm girtîgehê, du hevalên wî ketibûn bin çengên wî û wisa di anîn. Ji hal ketibû. Hevdîtin 40 deqe ne lê em 10 deqeyan axivîn. Demarên di mejiyê wî de xitimî ne û tumor mezin bûne. Em dixwazin her kes di vê mijarê de bihestiyar tevbigere.”
Mûayeneya kelepçekirî tê ferzkirin
Bi domdarî Şîmel Çam ev tişt anî ziman: “Mimkin nîne li girtîgehê tedawî bibe. Dema min jê pirsîn bê ka çima tedawî nebûye, ji min re got, ‘Destê min kelemçekirî bûn û du çawişên pispor bi min re bûn. Di şert û mercên nebaş de xwestin min tedawî bikin.’ Bi sedan girtiyên di rewşa bavê min de hene. Divê êdî vê bêwijdaniyê bi dawî bikin.”
MA/SÊRT