‘Morî’ li Kanadayê tê nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 31 Tebax 2024 - 00:18

Kurtefilmê derhênerê Kurd Yakup Tekîntangaç ê bi navê “Morî” ew ê li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Vancouverê were nîşandan. Festîval cara 43’an di navbera 26 û 6’ê Cotmehê de li Kanadayê tê lidarxistin û yek ji festîvalên herî girîng a dinyayê ye.

Kurtefilmê “Morî” cara ewil li Festîvala Kurtefilman a Oberhausen hatibû nîşandan. 

Kurtefîlmê derhênerê Kurd Yakûp Tekîntangaçî yê “Morî” promîyera xwe ya Amerîkaya Bakurê dê li Berhevoka Fermî ya 43yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Vancouverê (26ê Îlonê-6ê Cotmehê, Keneda) bike. Kurtefîlm, gera xwe ya festîvalên fîlman didomîne.

Yakup Tekîntangaç ku bi kurtefilmê xwe yê “Azad” hate naskirin piştî 8 sal şûnde dîsa kurtefilmek çêkiriye. Ew di kurtefilmê Morî de behsa keçeke bi navê Morî dike ku mamosteyê dibistanê weke bavê xwe dihesibîne. Derhêneriya dîmenê kurtefilmê “Morî” Emre Pekçakar e û Mustafa Bîber jî ji bo kurtefilm muzîk çêkirine. 

Yakup Tekîntangaç di sala 1980’an de li Agirî hatiye dinyayê û qederê 4 salan tevlî xebatên Kolektîfa Sînema ya Mazopotamyayê bû. Wî filmê xwe yê bi navê “Azad” di sala 2016’an de çêkir û piştî vî filmî film çênekiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.