Partiya Azadiyê ya Mezopotamayayê (MOP) li ser navê gelê Asûr /Sûryan /Keldan salvegera 42'yan a damezirandina PKK'ê pîroz kir.

MOP'ê di daxuyaniya niviskî de de got, ''Em li ser navê gelê Asûr/Sûryan/Keldan salvegera 42'yan a damezirandina PKK'ê li gelê Kurd, kesên ku di vê rê de jiyana xwe feda kirine û li Rêbertiya PKK'ê pîroz dikin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin ,''Em lîderên şoreşger, di şexsê fermandar Hakî Karer, Qasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan û Yilmaz Deniz de ku ji bo ev roj bên bi rola şoreşger rabûne, hemû şehîdên şoreşê bi hurmetê bi bîr tînin.''

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ''Di dîrok Mezopotamyayê de perspektîfa şoreşger, demokratîk a PKK'ê pêşengî kiriye, gel anîne cem hev, li ser vê zemînê gelê Kurd bi cîhanê daye naskirin.

Em ji PKK'ê re ku bûye hêviya azadiya gelên Rojhilata Navîn, di sala 43'yan de serkeftinê dixwazin, hêvî dikin ku ji bo Rêzdar Ocalan û mehkûmên din ên azadîxwaz bibe sala azadiyê.'''

NAVENDA NÛÇEYAN