MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin
În 7 Sibat 2025 - 02:35
MKG'ê di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê de ragihand ku di Çileya 2025’an de herî kêm 7 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 3 rojnameger jî bi muameleya xerab rû bi rû man.
Komleye Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê eşkere kir. MKG'ê di raporê de ragihand ku dema ku şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hatin astengkirin herî kêm 9 rojnameger jî li girtîgehan bi binpêkirina mafan rû bi rû man. Her wiha MKG'ê di rapora xwe de got:" Ev êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê parçeyek ji hewldana bêdengkirina rojnamegeran e. Lê belê rojnamevanên ku li pey heqîqetê ne, tevî her cure zextan jî wê karê xwe bidomînin!"
Di dewamiya rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê de wiha hat gotin:
"Di Çileya 2025’an de herî kêm 7 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 3 rojnameger jî bi muameleya xerab rû bi rû man. Her wiha dema ku şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hatin astengkirin herî kêm 9 rojnameger jî li girtîgehan bi binpêkirina mafan rû bi rû man. Ev zextên sîstematîk ên li ser rojnamegeran ne tenê ji ber xebatên wan ên pîşeyî, ji ber jin in jî girantir tên kirin. Saziyên çapemeniyê yên ku dengê azad ê rojnamegeran didin bihîstin, tên girtin, nûçegihanên li qadê dixebitin bi hincetên keyfî tên binçavkirin, tundiya fîzîkî û derûnî ya li hemberî rojnamegeran zêde dibe. Ev êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê parçeyek ji hewldana bêdengkirina rojnamegeran e. Lê belê rojnamevanên ku li pey heqîqetê ne, tevî her cure zextan jî wê karê xwe bidomînin!
Îro gelek rojnameger ji ber parastina çapemeniya azad li girtîgehan girtî ne. Elîf Ersoy, Eylem Babayîgît, Hatîce Duman, Lûtfiye Burcu Kara, Necla Demîr Arvas, Ozden Kinik, Rahîme Karvar, Reyhan Hacîoglû û Zuleyha Mûldûr tenê ji ber ku rojnameger bûn hatin girtin. Ev êrîşên sîstematîk ên li dijî rojnamegeran ne tenê li ser azadiya çapemeniyê, her wiha li ser mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan jî xeteriyeke eşkere ye.
Em bang li her kesên ku çapemeniya azad diparêzin dikin ku li dijî van zextan bibin yek. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin! Divê demildest binçavkirin, girtin, zext û tundiya li ser rojnamegeran bi dawî bibe. Em ê tu carî dev ji nivîsandina rastiyan, parastina heqîqetê û berdewamkirina têkoşîna rojnamegeran bernedin!
Ji Gurbetellî bigire heta Gulistanan, ji Denîzan bigire heta Hêroyan, heta Cîhanan... Rojnamegerên jin li her derê ne! "
JINNEWS/AMED