Mizgîniya jiyana azad e

Çarşem 30 Adar 2022 - 22:56

  • Konseya Seroktiya Giştî ya KCK'ê, bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan peyameke niviskî da û bang li herî kesî kir da ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê geş bike.

Konseya Seroktiya Giştî ya KCK'ê, bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan peyameke niviskî da û bang li herî kesî kir da ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê geş bike.

MED TUHAD-FED, KCD, TJA, DBP û HDP'ê jî li Amedê bang kir û got, "Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê em berê xwe bidin Amarayê. Em bang li gelê xwe dikin da ku 4'ê Nîsanê ji bo Meşa Amarayê biçe Xelfetiyê."

Konseya Seroktiya Giştî ya KCK'ê, ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan peyameke niviskî da û got, ''4'ê Nîsanê, bûyina Rêbertî,  ji bo gelê Kurd ku navê xwe ji dîrokê jî hatibû rakirin, destpêka çîroka ji nû ve çêbûnê ye. Em ê weke tevger hedefa rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û pêkhatina azadiya fizîkî, li navenda hemû xebatên xwe bi cih bikin û xebatên xwe bi perspektîfa Newroza Sala 50'î ya Rêbertiyê bi rê ve bibin.

4'ê Nîsanê Mizgîniya jiyaneke azad e. Ji ber vê jî gelê Kurd û dostên gelê Kurd 4'ê Nîsanê bi moral û coşiyeke mezin pîroz dikin. 4'ê Nîsanê bûyina Rêbertî, ji bo Kurdan ku navê xwe jî ji dîrokê hatibû rakirin, roja destpêka çîroka bûyinê ya Kurdan e. 

Kurd dixwazin Rêber Apo li Newrozê bibînin

Gelê me bi ser ket ku Newroaza 2022’yan bike Newroza Rêbertiyê. Biryardariya xwe li ser vê mijarê, di meydanên rengîn ên Newrozê de danî holê, daxwaza azadiya Rêber Apo bi dengekî bilind danî holê. Gelê Kurd li gel dostên xwe li meydanên Newroza 2022'an gelek peyam dan. Lê di vê Newroza bêhempa de, peyame herî mezin û herî girîng ew bû ku bi yek dengî xwest ku tecrîdkirina Rêber Apo demildest bi dawî bibe û ji hêla fizîkî ve Rêber Apo azad bibe. Gelê me êdî dixwaze Rêber Apo li nav xwe bibîne. Dixwaze Rêber Apo li meydanên Newrozê bibîne. Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostê hêja, li jin û ciwanên Kurdistanî dikin, ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û azadiya fizîkî têkoşînê geş bikin, rêxistiniyê xurtir bikin û çalakiyên xwe zêdetir karîger bikin û bang li her kesî dikin li her dera lê, daran biçînin.''

Berê xwe bidin Xelfetiyê

MED TUHAD-FED, KCD, TJA, DBP û HDP'ê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çalakiyên rojbûna 73'an a Ocalan, civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Zekî Baran bal bire ser tecrîdkirina 23 salan a Abdullah Ocalan û got, “Ji sala 2013'an ve Newroza herî mezin a dîroka gelê Kurd di sala 2022’yan de pêk hat. Newroza 2022’yan veguherî referandûma azadiyê ya gelê Kurd, careke din ji bo çareseriya aştiyane û danûstandinan a demokratîk a pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan nîşan da. Li meydanên Newrozê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi qêrîn îfade kir. Ev daxwaz di heman demê de bangeke ji bo çareseriya siyasî demokratîk a meseleya Kurd e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û danûstandinên demokratîk, ji bo bidawîbûna tecrîdê em bang li gelê xwe dikin, 4'ê Nîsanê ji bo Meşa Amarayê berê xwe bidin Xelfetiyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.