Miyazakî ‘Sala Kîvroşkan’ pîroz kir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Çile 2023 - 02:32

Li gorî astrolojiya Çînê, sala 2023’yan sala kîvroşkan e. Ji bo vê yekê pîroz bikin Studyoya Ghibli ya ku bi anîmasyonên xwe navdar e, karteke ku li ser kîvroşk hene sêwirand û weke kartên nû ên salê parve kirin.

Tiştê ku van qertan bi nirx dike ewe ku ew bi destên derhênerê navdar Hayao Miyazakî hatine çêkirin. Wî fîgûrê xwe yê xêzefilmê “Cîranê min Totorro” li ser kartê xêz kiriye û li ser kartê jî “Sala we ya 2023´yan pîroz be” nivîsandiye. 

Li ser karta ku derhêner Hayao Miyazakî sêwirandiye, her wiha peyva “Uu-chan” jî hatiye nivîsandin û ew jî Japoniya kîvroşkê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.