Filma derhênerê Japonî Hayao Miyazakî ya bi navê “How do you live” (Hûn çawa dijîn?) sala 2023’an di sînemayan de wê bê nîşandan. Mîyazakî bi filmên xwe yên anîmasyonî tê naskirin. Hûn çawa dijîn jî filma wê ya dawî ya anîmasyonî ye.
Li gorî “Studio Ghibli” ya ku Miyazakî bi xwe ew damezirandiye, filma “How do you live?” xwe disipêre karekterekî wêjeya zarokan a Japonî. Pirtûk ji hêla nivîsakarê wêjeya zarokan Yoşina Genaburo ve sala 1937’an hatiye nivîsandin.
Miyazakî li dinyayê weke “anîmatorê efsanewî” tê zanîn. Wî sala 2013’an eşkere kiribû ku ew ê dev ji vî karî berde, lê ji ber ku ji vî karî gelekî hez dike, di sala 2017’an de dîsa vegeriyabû ser kar û film çêkiribûn.
Miyazakî bi filma xwe “Spirited Away” sala 2003’an di beşa anîmasyonê de xelata Oscarê wergirtibû.
NAVENDA NÛÇEYAN