Mitaleya kurê xwe dike

Pêncşem 15 Tebax 2024 - 00:25

Yadê Medîne Esmer ku kurê wê Îmran Esmer kirine hicreya yekkesî ji ÎHD’ê daxwaza alîkariya hiqûqî kir û got ew mitaleya xwe dike û got,’’Girtiyên DAIŞ’ê û cemeatê jî di hema korîdorê de tên ragirtin. Ragirtina tenê ya kurê min û şert û mercên îzolekirinê bi ser derûniya kurê min gelek bandorê dike.’’ 

Îmran Esmer di 9’ê hezîrana 2022’yan de li Edîrneyê hate girtin û ew xistin Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê. Esmer 2 meh beriya niha sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind a di heman bajarî de kirin. Esmer li girtîgeha ku ew nû birinê di qawîşan yekkesî de tê ragirtin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Esmer hatiye birîn. Dosyeya Esmer jê tê darizandin hê li Dadgeha Bilind e. Dayika Esmer, Medîne Esmer helwest nîşan da ji bo ku kurê wê avêtine hicreyê.

 Di hicreya yekkesî de ye

Yadê Esmer têkildarî binpêkirina mafan a ku bi ser kurê xwe serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û xwest ku ji alî hiqûqî ve alîkarî pê were kirin. Yadê Esmer diyar kir tevî ku cezayê kurê wê hê nehatiye erêkirin jî, kurê wê di qawîşa yekkesî de tê ragirtin û bi bîr xist ku ew di 12’ê tebaxê çûye hevdîtina rûbirû ya kurê xwe. Yadê Esmer derbarê rewşa kurê xwe de ev tişt gotin: “Kurê min li wê derê ne dikare bi kesî re hevdîtinê bike ne jî dikare bi yekî re biaxive. Herwiha ji roja birine girtîgehê heya hefteya borî, rojê tenê saetekê destûrê didin ku bi hevalên xwe re hevdîtinê bike.” Yadê Esmer gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Kurê min li wir bimire jî wê agahiya tu kesî jê nebe. Ez ji ber rewşa kurê xwe mitaleyan dikim. Girtiyên DAIŞ’ê û cemaetê jî di hema korîdorê de tên ragirtin. Ragirtina tenê ya kurê min û şert û mercên îzolekirinê bi ser derûniya kurê min gelek bandorê dike û ev yek me dixe metirsiyê.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.