Serokê Hizba Pêta Nîştimanî ya Kurdistan Karox Seyîd Rizgar ragihand ku agahî bidest wî ketine ku di meha Îlonê de çend efserên MÎT’a Tirk ji bo karê sixuriyê çûne devera Balekayetiyê.

Serokê Hizba Pêta Nîştimanî ya Kurdistan (Hizba Kilpey Nîştîmanî ya Kurdistanê) Karox Seyîd Rizgar eşkere kir ku çend efserên MÎT’a Tirk di 10’ê Îlonê de bi wesayîtên hêzên Zêrevaniyê yên PDK’ê çûne devera Balekayetiyê.

Karox Seyîd eşkere kir ku efserên MÎT’a Tirk ji bo çavdêriya liv û tevgera gerîlayan li deverê diyar bikin, çûne devera Balekayetiyê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku piraniya liv û tevgera dagirkerên Tirk û MÎT’ê bi pêşengiya PDK’ê û wesayîtên PDK’ê di navbera dever, bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê de bi rehetî tên û diçin. Ev nêzîkayatiya xiyanetkar a PDK’ê ku li Başûrê Kurdistanê pêşengiya dagirkerî û MÎT’a dewleta Tirk ya faşîst dike, bûye sedem ku di encama êrişên dermirovî yên dewleta Tirk a dijminê hebûna nasnameya netewî û çandî ya gelê Kurd, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û welatiyên sivîl yên Kurd bên şehîdkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN