- Bi taybetî sîxurê bi navê Yûsif û hevjînên wî yên li Til Temirê, bûne sedema şehîdkirina şervan û fermandarên QSD’ê.
QSD’ê, ragihandibû ku di çarçoveya “Operasyona Sondê” de sîxurên ku bi MÎT’ê re dixebitîn û di şehîdxistina gelek şervan û hemwelatiyan de rola wan hebûye, hatine girtin. Lixwemikûrhatina hinek ji van sîxuran di Ronahî tv de hate weşandin. Bi taybetî sîxurê bi navê Yûsif û hevjînên wî yên li Til Temirê, bûne sedema şehîdkirina şervan û fermandarên QSD’ê. Li aliyê din di operasyoneke doh a QSD´ê li dijî şaneyeke MÎT´ê ya li Til Birakê, sîxurekî MÎT´ê hat kuştin û 2 jî hatin girtin.
Lixwemikûrhatina hinekan ji van sîxuran, tevahî belge û daneyên sîxurtiyê yên di dest hêzên ewlekariyê de di bernameya bi navê ‘Rûyên Veşartî’ ya Ronahî TV´ê de, hatin weşandin. Di xeleka yekem a bernameyê de bi taybetî lixwemikûrhatina sîxurê bi navê Yûsif Osman Sîdo yê ji gundê Erîşa yê Serêkaniyê û hevjînên wî, bûne sedema şehîdkirina şervan û fermandarên QSD’ê. Ew û hevjînên wê li Til Temirê diman.
Bi dolaran û narkotîkê
Sîxur Yûsif Osman, sala 2018’an piştî ku xizmê wî Mihemed Remzo telefonî wî dike, dest pê dike ji MÎT´ê re kar dike. Ew pêşî 8 ta 9 wêneyên maşînên hêzên Emerîkî ji MÎT´ê re dişîne. Pêşî ew bi sîxura MÎT´ê Selma re kar dike û paşê bi sîxura MÎT´ê Gulbehar re. Wî cihê nuqteyên “hevalan” bi telefona xwe ya desta bi MÎT´ê re parve kirine.
Sîxurê ku endamê Polêsê Leşkerî bû, ev wezîfeya xwe jî ji bo sîxuriyê bi akr aniye. piştre bi nexşê kar kiriye û cihê “nuqteyên li Til Temir ên mîna Um El Kêf”, “Erbeîn” jî dane MÎT´ê.
Sîxurê MÎT´ê Yûsif Osman li xwe tê ku ew bi dolaran û madeyên hişbir xistine nava sîxurtiyê. Di karê wî yê yekê de 2 hezar û 900 dolar û hinek hişbir jê re şandine.
Piştî sîxur Yûsif zêdetir dikeve nava MÎT’ê, qirêjiya xwe bi pisporî dimeşîne; nav, wêne, agahiyên şervanan; tevger, cih, hejmar û kordînatên leşkerî yên herêma Til Temirê ji MÎT’ê re dişîne. Her wiha Yûsif li xwe mikur tê ku di encama dayîna agihayan wî de şervan jî şehîd bûne; “… Ez çûm Um El Kêf û şevekê li wir mam, piştre ji bo şebeka telefonê ez hatim Til Temir û min ji wan re agahî li ser leşkerên li Soda, Erîşa, Dawidiyê, Til Tewîl û Til Kêf dan. Piştî vê bi saetekê, gundê Dirdara topbaran kirin û tê de hevalek ji çiyayê Kezwana şehîd ket.”
Qatilê fermandaran e
Sîxur Yûsif Osman, piştî demekê navê fermandarên QSD´ê dide gulbahara MÎT´ê: “Min navê heval Xwînrêj yê rêveberê Asayîşê, navê heval Ehmed û Bêrîvan da wan. Wê demê wan 4 milyon pereyên Sûrî bi rêya mekteba Zar şandin û careke din jî 2 milyon û 800 hezar şandin heman mektebê. Tenê ji min agahiyên li ser navenda têkiliyan a Til Temirê dixwestin. Min jî kî dihat navendê û diçû, navê wî dida wê, her wiha min navê rêveber û şofêrên wan ên li wir didan wê. Gulbaharê ji min reqema telefona şofêran dixwest, min ew jî dişand.”
Sîxur Yûsif Osman, navê gelek fermandar, şervan û şoforan, kodên wan ên bêtêlan dide MÎT’ê. Bi taybetî jî kordînatên navenda têkiliyan a Til Temirê ku fermandarên herêmê lê tekmîlên xwe digirtin û plansaziyên xwe dikirin, piştrast dike û bi hev re plansaziya êrişa li ser navenda têkiliyan a Til Temirê di 12’ê Tîrmehê de çêdikin. Ji bilî êrişa hewayî, wî bombe li cebilxaneya nêzîkê odeya civînê bi cih kiriye: “Wan ji min re got, em ê bi balafirê lê bidin. Yanî divê heval Sosin, Rênas, Dilovan û Şoreş li wir hazir bin. Min mayîn anî û xist cebilxanê û min li kebseya jora wê da. Min dît ku şixulî. Mayîn, seat 5 û 40 deqeyê êvarî de teqiya. Tê de heval Sosin, Egîd, Elî û Seyfedîn şehîd bûn û hevala Çîçek, hevalê Azad û Derbas birîndar bûn.”
Pîlana diduyê neçû serî
Piştî êrişê, MÎT ji sîxur Yûsif Osmandixwazin ku fermandar Karker ê ku nû hatiye Til Temirê jî bişopîne û bi heman şêwazî mayineke din ji sîxur re dişînin. Sîxur û herdu hevjînên wî yên bi navê Eyşe û Raperîn mayinê digrin û vedişêrin. Lê sîxur beriya ku plana xwe ya qirêj pêk bîne, li gel herdu hevjînên xwe, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê girtin.
Hevjînên sîxur Yûsif Osman, navê Eyşe û Raperîn jî di mikûrhatinên xwe de destnîşan dikin ku şahîdî bi sîxurtiya Yûsif Osman kirine û alîkariya wî kirine.
QSD’ê endamê MÎT’ê kuşt
QSD`ê doh da zanîn ku, hêzên wê li bajarokê Til Birak ê ser bi Qamişloyê, di operasyoneke taybet de endamê şebekeyeke MÎT`ê kuştiye û 2 sîxurên MÎT´ê jî girtine.
Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî got, “Pêncşema bihurî (11`ê Tebaxê) hêzên me bi operasyoneke taybet girtin ser cihê ku şaneyeke MÎT`ê li taxa Ebû Erzalê ya Til Birakê xwe lê veşartibû.
Destê 3 endamên şaneyê di şehîdkirina gelek hevrê û fermandarên me de heye. Di operasyonê de, endamekî şaneyê yê bi navê “Ezîz Mihemed El Mihemed” xwe radest nekir, hêzên me neçar man bersivê bidin û di encamê de ew hat kuştin. Her wiha 2 ajanên din hatin girtin.”
NAVENDA NÛÇEYAN