Mişûrên Pîr Sinî Daranî metnên nivîskî yên pîroz ên Êzîdiyan ên ji sedsala 13’an in. Ev destxet, bi hûrgilî behsa malbatên “pîr”an tê kirin û têkiliya wan a b “mirîd”an re jî xweşik hatiye nivîsandin. Di metnê de 40 malên pîran hatine rêzkirin.
Navê xasekî di van metnan de weke Mîrê Behrê hatiye hildan, û têkiliya wî bi eşîrên Kurdan re û mirîdên wî re jî hatiye vegotin.
Di nava eşîrên Kurdan de yên ku navê wan hatine hildan, Şikak, Dumilî, Mamkan, Reşan û Mûsareşan jî hene ku îro bi pirranî hatine Mislimankirin.
NAVENDA NÛÇEYAN