Mişmişên Îdirê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 10 Nîsan 2021 - 03:42

Li Îdirê, gelek welatî debara xwe bi mişmişan dikin. Li bajêr her sal nêzî 45 ton mişmiş tên çinîn. Xelk van mişmişan difiroşe gelek deveran. Yek ji taxên ku herî zêde mişmiş lê çêdibin jî Taxa Hakveysê ye. Darmişmişên hakveysê îsal jî kulîlk vedane. 

Sabrî Alagozê 70 salî yê ku ev 30 sal in cotkariyê dike, dibêje, hema bibêje tevahiya şêniyên taxê karê mimişan dikin. Alagoz, bal bire ser berdariya axa bajêr û got, qismek mişmişên xwe difiroşin û qismekî jê jî hişk dikin. Alagoz got, qezenca mişmişan heye, lê belê karekî zehmet e û wiha peyivî: "Em her sal gubre didin daran û li wan miqate ne. Ji bo hişk nebin, em wan derman dikin. Îsal me tenê carekê derman kiriye. Niha tevahiya daran kulîlk vedane. Piştî wextekê ê bibin mişmiş. Paşê em ê dîsa derman bikin. Piştî dermankirinê em ê av bidin û herî dawî jî em ê wan bikesixînin." 

Alagoz, ji bo cûreyên mişmişan got, ew herî zêde 3 cûreyan diçînin: "Yek ji vana jî 'şalak' e. Bêyî ku em tiştekî bikin xwe bi xwe çêdibe û em dixwin. Cûreyekî din jî 'teberze' ye. Ev tê hişkirin. 'Mişmişên spî' jî hene. Em van mişmişan jî dikin rîçal.
 Aktaş, destnîşan kir ku li Îdirê fêkiyê herî zêde tê çandin û hilberandin mişmiş e. Aktaş, anî ziman, heger qeşa bikeve û li daran bixe, ew ê bixisirin: "Heger qeşa bikeve, zirareke mezin wê çêbe. Îjar cotkar ji bo zirareke mezin çênebe sîgorteya xwe çêdikin. Heya niha em leqayî tiştekî wisa xirab nehatine. Lê ev tehlûke wê 15-20 rojan dewam bike. Gava mişmiş mezin bibin, tehlûke jî wê nemîne."

ÎDIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.