Li Ingilistanê qederê 500 muzexane ji bo zindiyên li xwezayê projeyeke bi navê “The Wild Escape” dan destpêkirin. Her wiha gelek hunermend jî tevlî projeyê bûn.
Proje li ser rapora “Natiaonal Histrory Museum” ya derbarê zindiyên li xwezayê de çû serî. Ji lewma, li gorî rapor dide zanîn ji sala 1970’yî heta îro ji sedê 47’ê nebat û zindiyên li xwezayê, tine bûne û vê yekê jî metirsiyek çêkiriye. Nexasim jî hin zindiyên li xwezayê yên kovî li ber nemanê ne û êdî nema dikarin xwe nû bikin. Li gorî rapor dide zanîn, sedema vê yekê jî mirovahî ye, ji ber ku her diçe avahî zêde dibin û xwezaya ku zindî lê ne, tê talankirin.
Li ser raporê proje hat bipêşxistin û her hunermendekî di çarçoveya projeyê de berhemek hazir kir. Her wiha dîsa di çarçoveya projeyê de ji zarokan hat xwestin ku ew ji hewyan, kêzik û nebatan îlhamê bigirin û bi vî awayî berhemên hunerî çêkin. Berhemên ku bi destê zarokan hatine çêkirin dê bi awayekî dijîtal di 22’yê Nîsanê de ango “Roja Dinyayê” de werin nîşandan.
Girêdayî projeye dê li muze û galeriyên Ingilstanê jî berhemên hunerî werin nîşandan.
Di danasîna projeyê de hat gotin; “Em zindiyên li xwezayê tine dikin. Cihên ku zindî lê dijîn jî tên talan kirin. Ev rewşeke lezgîn e ku divê çareseriyek jê re were peydakirin. Di vî warî de hêviya siberojê ciwan in û divê ew werin teşwîqkirin û agahdarkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN