Mirinê li girtiyê nexweş ferz dikin

În 4 Cotmeh 2024 - 02:30

Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê weke stratejiyeke li ser girtiyên siyasî yên Kurd, girtiyên bi nexweşiyên giran bernadê û wan bi hêviya mirinê ve dihêle. Bi vê çarçoweyê herî dawî girtiyê bi nexeweşiya giran Abdulkadîr Kuday li gel raporên tibî jî nehate berdan û ew hate kuştin. 

Endama Desteya Rêveber a TUHAY-DER'ê ya Amedê Emîne Kaya bi bîr xist ku beriya niha wan gelek caran ji bo girtiyê bi nexweşiya giran Abdulkadîr Kuday serlêdan kirine lê li gel vê jî nehatiye berdan, li ser girtiyên nexweş mirin tê ferzkirin. 

Hiqûqa dijminatiyê ye

Kaya wiha got:"Ev yek kuştin e; mirineke xwezayî nîne. Rejîm mirinê li girtiyên siyasî ferz dike. Yên ku di destavêtin, kuştin û diziyê de 26 caran sûc kirine bi hêsanî digerin, lê belê girtiyên siyasî yên ku cezayê wan qediyane jî nayên berdan. Ev yek nîşan dide ku rejîm bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyên siyasî dibe."

Tecrîd bi rengekî giran didome

Kaya ragihand ku ji mêj ve ye ku ew helw didin rewşa girtiyên nexweş bînin rojevê, çalakiyên wan tenê digihijin beşekî civakê lê ev têrê nake û got,’’Tecrîd bi rengekî girankirî tê dewamkirin. Weke dayik û federasyon-komele em çûn Enqereyê, me hevdîtin kirin. Em çûn meclîsê. Heta niha bersiv ji daxwaz û banga me re nehatiye dayin. Rejîm guh nade daxwazên me. Li girtîgehan hevalên me hene ku temenê wan zêde ye. Girtî hene ku êdî jiyana xwe nikarin bi tena serê xwe dewam bikin. Lê belê sîstem di nava zindanê de zindanê ferz dike."

Divê em li girtiyan xwedî derkevin

Emîne Kaya xwest ku girtiyên nexweş û temendirêj demildest bêne berdan û ew naxwazin hevalên wan li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin û got,’’Girtiyên siyasî li gel hemû şert û mercan tawîzê ji sekna xwe nadin, serî natewînin. Divê em jî heman seknê li derve nîşan bidin û xwedî li wan derkevin. Divê em bibin dengê wan û têkoşîna wan mezin bikin. Zêdebûna tevlîbûna li çalakiyên me wê bibe bersivek li hemberî polîtîkaya girtîgehê ya sîstemê."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.