Mirina mamostayekê

Şemî 28 Cotmeh 2023 - 00:36

Yek ji mamostayên bi peyman ên nerazî ya bi navê Cîhan Teha, duh bi şev li gundê Hevinga ê li sînorê parêzgeha Hewlêrê, wesayîta wê wergeriya û agir pê ket. Di encamê de mamosta Cîhan Teha jiyana xwe ji dest da.

Lê balkêşe ku ji beriya buyerê, Cîhan Teha di medya dijîtal de qala mirina xwe kiribû û gotibû: “Rêya min ber bi mirinê ve ye, mirin gazî min dike.”

Cîhan Teha 35 salî bû û xwedî du zarokên bi navê Baran û Bîrhat bû. Ji beriya niha bi rêya telefonê beşdarî televizyonê bibû û rexneyên tund li desthilat û şêwazê nêzîkatiyên li gel mamostayên bi peyman kiribû û daxwaza mafê mamostayên bi peyman kiribû. Agahiyên derbarê mirina Cîhan Teha de yên destpêkê ne û weke bûyerek normal a qezaya trafîkê tê destgirtin. Lê li ser torên medya dijîtal şik û guman çêbûne ku wesayîta Cîhan wergeriyaye û hinek kes jî di wê baweriyê de ne ku bûyera wergerîna wesayîtê ne normale.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.