Mirina koçberan a li ser sînor

În 31 Çile 2025 - 02:45

Endama Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê parêzer Ceylan Ûkay destnîşan kir ku ji bo rawestandina mirina mirovan a li ser sînor pêwîstî bi sererastkirineke hîn zêde ya qanûnî heye.

Li ser sînorê Bakur-Rojhilat trajediya koçberiyê dewam dike. Sala derbasbûyî 22 kes, îsal jî 8 koçber dema ku hewl didan ji sînor derbas bibin qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Salên dawî tedbîrên awarte û dîwarê li ser sînorê Îranê hatiye lêkirin, her wiha xendekên hatine kolandin dibin sedem ku koçber mehên zivistanê derbasî Tirkiyeyê bibin û ev yek jî dibe sedema rûdana trajediyên nû. Têkildarî mirina li ser sînor Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê kar dike. Endama komîsyonê Ceylan Ûkay axivî.

Ceylan Ûkay diyar kir ku penaberên tên Navenda Vegerandinê (GGM) piştî ku karê wan hate kirin, li gel tercûman biryara deportkirinê tê wergirtin û got, "Biryara şopandina îdarî jî tê wergirtin. Biryara şopandina îdarî tê wê wateyê ku mirovek dema li GGM'ê ma bê şopandin û piştre biryara deportê jê re bê ragihandin. Di vê demê de ji mirov re parêzer nayê wergirtin, ji wan re agahî nayê dayin ku dikarin xwe bigihînin parêzer. Halbûkî ew kes dikare alîkariya hiqûqî ji parêzer werbigire."

Endama Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê parêzer Ceylan Ûkay destnîşan kir ku ji bo rawestandina mirina mirovan a li ser sînor pêwîstî bi sererastkirineke hîn zêde ya qanûnî heye.

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.