MAZLÛM ENGÎNDENÎZ / MA / COLEMÊRG
Îşkence, muameleya xerab û lêdana leşkeran a li Colemêrg û navçeyên wê yên li ser xeta sînor a Herêma Kurdistana Federe bi dawî nabin. Li ser sînor bûyerên mirin û îşkenceyê ti carî kêm nebûne û kesên van tiştan pêk tînin jî her tim bê ceza mane. Ji lewma jî pêkûtiyên bi vî rengî xelas nabin û tim dubare dikin. Leşkerên Tirk di 25’ê meha Tîrmeha çûyî de êrîşî şivanên gundên herêma Navberojan kiribûn û bi lêdanê wan teyişandibûn. Bi vî awayî navçeya Rûbarokê û her wiha herêma Navberojan ku bûyer jê kêm nabin careke din kete rojevê. Apê zarokên şivan ên hatine derbkirin û niştecihê Navberojan Cabbar Taş diyar kir ku mirov ji ber sînor derbas dikin tên kuştin.
Herî kêm 10 ciwan kuştine
Taş, da xuyakirin ku bûyera lêdanê ya li Rûbarokê ne bûyereke nû û ya desTpêkê ye. Wî da zanîn ku rewşên bi vî awayî her tim li navçeya Şemzînan û Rûbarokê diqewimin. Wî bal kişand ser vê meseleyê û diyar kir ku salê 30-40 bûyerên bi vî rengî diqewimin û got; “Heta niha herê kêm 10 ciwan hatine kuştin. Sedem jî weke binpêkirina qanûnên sînor nîşan didin. Zarok dizanin sînor li ku derê ye û her çiqas tiştekî wisa pêk neyê jî zarokên me tên qetilkirin. Sînor heta nava zevî û cihên ku em lê dijîn anîne. Îro anîne rewşeke wisa ku em nikarin li gund sewalan xwedî bikin û sewalkariyê bikin.”
Sûcê leşkeran tên veşartin
Cabbar Taş da zanîn ku ji ber van bûyeran û êrîşan kes nayê cezakirin û got; “Em çiqas ji îşkenceya leşkeran a li zarokên me aciz bibin ji biryarên dadgeh û dozger didin re jî ewqas aciz bûn. Bi biryarên bêhiqûqî hewl didin xetayên leşkeran veşêrin. Şûna ku mafê zarokên me bên parastin, derbarê wan de cezayê pere, biryara kontrola edlî û qedexeya derveyî welat hate dayîn. Şandeya dadgehê, zarokên me weke sûcdar leşker jî weke mexdûr dîtin. Wijdana şandeya dadgehê ya ev biryar dayî çawa evqas rehet e? Yekane tişta me di vê biryarê de dît û fam kir, sûcên leşkeran tê veşartin. Di dîmenan de îşkence jî derb jî li ber çavan e lê tevî vê jî zarok hatin cezakirin.”
Mirin ji zarokên Kurdan re rewa ye
Taş, diyar kir ku baweriya mirovên li erdnîgariya Kurdistanê dijîn ji ber biryarên “bêhiqûqî” yên dadgehan, bi qanûnan nema ye û got; “Li ku dera edaletê hatiye nivîsîn ku mirovek were îşkencekirin û mexdûrkirin û li ser vê yekê jî sûcdar weke mexdûr, mexdûr jî weke sûcdar nîşan didin. Heke ev zarok, zarokên wan bi xwe bûna da helwesta wan çawa be? Heke li Rize, Çanakkale, Enqere û Stenbolê bi vî şiklî îşkence li zarokan hatibûya kirin, da bi vî şiklî nêzîk bibin? Lê dema mijar zarokên Kurdan be mirina wan jî îşkence jî rewa tê dîtin. Em bang li hemû parêzerên li welat dikin; ji bo pêşî li bûyerên îşkenceyê yên bi vî şiklî bê girtin, piştgiriya hiqûqî şert e.”