Mîrê Biziqê hate bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:10

Malbata hunermendê Kurd ê nemir Seîd Yûsiv, salvegera 4'an a wefata wî bi bîr anî. Di merasîmê de hunermend, siyasetmedar, nivîskar, helbestvan, rêxistinên civaka sivîl û girseya gel beşdar bûn. Di merasîmê de bi dehan şêniyên Qamişlo, hunermend, rewşenbîr, nivîskar, malbata hunermendê nemir, nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, saziyên civaka sivîl û Desteya Rûspiyan beşdar bûn.

Merasîm li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar ket. Di merasîmê de keça hunermendê nemir Şepal Yûsiv bixêrhatina beşdaran kir û spasiya wan kir. Şepal Yûsiv soza domandina rêya hunerî û çandî ya bavê xwe da.

Rêveberê Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyeyê Qadir Egîd li ser jiyana hunermendê nemir Seîd Yûsiv û berhemên wî yên muzîkê axivî û banga girîngîdayîna berhemên wî kir. Piştre sînevîzyonek li ser axaftinên malbata hunermendê nemir der barê jiyana wî ya hunerî de hat nîşandan.

Di dawiya merasîmê de hunermendên Kurd stranên hunermendê nemir gotin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Seîd Yûsiv di 26'ê Sibata 2020'an de koça dawî kir. Ew di 1947'an de li Qamişlo ji dayik bûye û zêdetirî 25 xelatên xwecih û navneteweyî ji ber karê xwe yê hunerî û keda xwe di pêşxistina stranên Kurdî û parastina mîrasa devkî ya stranên Kurdî de, wergirtine. Her wiha piştî wefata tembûrvan Mihemed Ebdulkerîm, Seîd Yûsiv bi navê "Mîrê Biziqê" hat naskirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.