Mirady ‘xwezî’ ji nûve şirove kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Tebax 2025 - 00:48

Hunermed û rockbêjê Kurd Mirady strana xwe ya nû ya bi navê “Xwezî” ji nû ve got û belav kir. 

Mirady strana “Xwezî Min Nedîta” di sala 2004ê di albûma xwe ya bi navê “Xemname”yê de gotibû. Mirdy ev strana xwe piştî 21 salan bi şeweyekî nû bi navê “Xwezî” got û li hemû platformên muzîkê belav kir.

Gotinên stranê Faruk Kilinç nivîsandiye û muzîka wê Mirady bi xwe çêkiriye. Mirady albûma xwe ya yekemnîn sala 2004 bi navê “Xemname” belav kir. Paşê jî alibûmên wî yê wekî wekî “Marmasî”, “Tarumar”, “Xwelî”, “Delal” û “Telesî” derketin.

Hunermendê Kurd sala 2015an jî derhêneriya albûma “Peşk” a ku ji helbestên Bro Omerî pêk dihat kir. Her wiha îsal di pêşengiya wî de albûma 30 saliya hunerî ya Mihemed Atli ya bi navê “Na, Ne Tenê Me” hat amadekirin. 

Mirady îsal strana xwe ya “Gum Gum” û “Yekî” pêşkeşî heyranên xwe kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.