Minbicê şehîdê xwe spart axê

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 16:38

Xelkê Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Feysel El Hecî Mihemed bi merasîmeke bi heybet oxir kir.

Di merasîma oxirkirinê de bi sedan Minbicî, endamên saziyên leşkerî, sivîl, jin û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

Li goristanê li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê, efser Elî Hesen got, "Ti gotin nikarin têkoşîn û berxwedana şehîdan wesf bikin, ji ber ku şehîdan canê xwe kir meşale da ku rêya gelan ronî bikin ku bigihînin azadiya xwe."

Hesen wiha dewam kir: "Em soz û sonda xwe ji şehîd Feysel û hemû şehîdan re nû dikin û bi serbilindî dibêjin, bi we, hêz û israra me zêde dibe. Em ê rêya wan bişopînin. Hûn meşaleya me ne û em hemû projeyên şehadetê ne."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Sîham Hemo li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê got, "Em sersaxiyê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn, malbatên şehîdan û dayikên wan re dixwazin. Şehîdên me di oxira welat de ji bo ewlehî û îstîqrarê canê xwe dan. Em soz didin wan ku têkoşînê li hember dijmin xurt bikin."

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel El Hecî Mihemed di 8′ê Mijdarê de li Minbicê şehîd bûbû.

ANHA / MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.