Minbicê derb li DAIŞ´ê da

Duşem 16 Tebax 2021 - 03:22

HÎVDA HEBÛN
ANF/MINBIC

 

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş got, "Piştî pêngava Minbicê êdî her kesî baweriya xwe pê anî ku deverên cuda jî dikarin ji DAIŞ'ê bêne rizgarkirin. DAIŞ li Kobanê hate şikandin, lê belê destpêka qedandina DAIŞ'ê li Minbicê bû." 

Derwêş, derbarê Pêngava Minbicê got, "Piştî şerê Kobanê, me dest bi amadekariya pêngava Minbicê kiribû. Di şerê Kobanê de çend kolan mabûn û me wê demê dizanî wê serfiraziya li wan çend kolanan were wateya azadkirina her derî. Piştî şerê Kobanê pêngava Girê Spî dest pê kir. Cotmeha 2015’an QSD hate avakirin. Piştî pêngava bendava Tişrînê me dest bi amadekariya pêngava Minbicê kir. Em zarokên Minbicê bûn. Piştî Kobanê, em hatibûn heta bendava Tişrînê û êdî dema azadkirina bajarê me hatibû. Komên Suwar Minbic û Şems el-Şemal li  benda vê pêngavê bûn. Şehîd Ebû Leyla û Şehîd Ebû Emcet di warê amadekirina pêngavê û avakirina têkiliyên dîplomatîk de bi rola xwe rabûn. Bi rêya QSD’ê bi koalîsyona navneteweyî re hevdîtin kirin. Ebû Leyla û Ebû Emcet çûbûn Încîrlîkê û hevdîtin kiribûn. Hingê dewleta Tirk li pêşiya pêngavê astengiya herî mezin bû. Lê piştre dewleta Tirk neçar ma ku pêngavê qebûl bike."

Di 75 rojan de hat rizgarkirin

Di dewamê de wî got, "Di Nîsana 2016’an de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate avakirin û piştre Meclîsa Sivîl a Minbicê hate avakirin. Di 1’ê Hezîrana 2016’an de Pêngava Minbicê dest pê kir. Dema em gihiştin bendava Tişrînê bi dehan ciwanên Minbicê yên ji nav destê DAIŞ’ê reviyabûn tevlî nav hêzên me dibûn.

Minbic bajarekî mezin û ji bo çeteyên DAIŞ’ê wekî deriyekî bû. Çete di ser Tirkiyeyê re hatin Minbicê. Cihê kombûna çeteyên ji Ewrûpayê û bajarên din Minbic bû. Pêngavê ji du milan ve dest pê kir. Milek ji bendava Tişrînê ji aliyê Başûr didomiya û milê din jî ji aliyê Karakozanê didomiya. Piştî 20 rojan dora Minbicê hate girtin. Gelê Minbicê bi coşeke mezin ev pêngav pêşwazî kir. Bi sedan ciwanên Minbicê tevlî nav refên me bûn. Gel pêl bi pêl dihat. Gel alîkariyeke mezin dida me. DAIŞ li ku ye, çawa tevdigere, her deqîqe em agahdar dikirin. Piştî pêngavê jî tevlêbûna ciwanên Minbicê zêde bû. Ji ber vê jî Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê xwe zûzûka bi rêxistin kir û bû hêz. Gel piştî ku hêz bi dest xist, berê xwe dida cihên şer lê heye. Pêngav 75 rojan domiya. Di dema şerê Kobanê de Ebû Leyla diqîriya, ‘Ez ê we hemûyan bikujim’ Me bi vê coş û vî moralî dest pê kir. Minbic bû mînak. DAIŞ li Kobanê şikest lê destpêka têkçûna wê bû Minbic."

Dewleta Tirk ket şûna DAIŞ´ê 

Derwêş ji bo êrişên ji 5 salan ên dewleta Tirk jî got, "Di van pênc salan de êrişên li dijî Minbicê nesekinîn. Dewleta Tirk bi her awayî êriş kir. Li aliyê Sacûrê her roj êriş û şer heye. 20 kîlometreyan li bakurê Minbicê Tirk û çeteyên wan hene. Li 20 kîlometre başûrê wê jî rejîm heye. Di van pênc salan de hêza me gihişt astekê. Pergalek ava bû. Di nav pergala me de hêza me xurt e. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di warê amadekirin û perwerdekirina hêza xwe de hate asteke baş. Ev pergal bi gel hate avakirin. Bi saya alîkariya hêzên xwe, em ê vê xebata xwe bigihînin serfiraziyên mezin."

 

Rola Ebû Leyla

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş diyar kir ku di warê biryara rizgarkirina Minbicê û avakirina zemîna wê de herî zêde para şehîd Ebû Leyla heye: “Dema em ji Minbicê derketin, Ebû Leyla ciwanên Minbicê kom kirin û ew kirin hêz. Nehişt ku hêz belav bibe. Di warê hêzê de her dem giranî û wateyeke mezin a Ebû Leyla hebû. Xeyala me azadkirina Minbicê bû û dema ku Ebû Leyla li ber Minbicê şehîd bû, şehadeta wî ji bo me gelekî giran bû. Ji ber vê, piştî şehadeta wî pêngav bi navê wî dewam kir, vê yekê hêzeke mezin da me.”




parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.