• Şaredariya Gel a Minbicê li gorî derfetên xwe projeyên havîna îsal pêk tîne. Şaredariya Dêrikê jî li bajar û gundewarê wê, zêdetirî 12 projeyan temam kirin.

ÎSAM EBDULLAH / ANHA/QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Minbicê li gorî derfetên xwe projeyên havîna îsal pêk tîne. Şaredariya Dêrikê jî li bajar û gundewarê wê, zêdetirî 12 projeyan temam kirin. Hin proje jî bi hevkariya gel pêk hatin.

Li Dêrika ser bi kantona Qamişloyê, 12 projeyên têkildarî navenda navçeyê û gundên wê di plansaziya şaredariyê de hebûn. Hin ji van hatin temam kirin, hinek jî ji ber êrişên dewleta Tirk dereng man.

Ekîpên şaredariyan li Dêrikê rê qîr kirin, kevirên hûr reşandin, her wiha baxçe sererast kirin, torên avê berfireh kirin û ji xeta Nexweşxaneya Gel kehrebe dan 3 bîran da ku 24 saetan avê bide bajêr.

Projeya peyarê û paqijkirina derdora çem a 2 kîlometreyan jî çûn serî.

Berpirsê Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a Dêrikê Îbrahîm Sado da zanîn ku li bakurê taxa Siwer bi dirêjbûna 2 hezar metreyan hate çêkirin û bi  derdora 850 metrekab hat qîrkirin.

Şaredariya Gel li Dêrikê Baxçeyê Dicle ê 3 hektarî paqij kir, dar lê çandin û ronî kir.

Bi hevkariya welatiyan, şaredariya bajarokê Rûbarya projeya rêya Carûdiyê bi dirêjbûna 9 kîlometreyan qîr kir.

Şaredariya Eyn Dîwarê rêya gundê Kasan bi dirêjhiya 5 kîlometro ji  Goristana Şehîd Xebat heta gundê Kasan bi alîkariya xelkê qîr kir. 

Şaredariya Gel a Minbicê xebata qîrkirin û sererastkirina kanalîzasyonan dewam dike.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarê wê Hisên Hoşan got, ji dema bajarê Minbic ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ve, ji kar û xebatên sereke yên şaredariyê qîrkirina hemû rêyan, sererastkirina kanalîzasyonan û vekirina rêyên nû ye.

Şaredariyê xebata qîrkirina rêyan pêk anî, ji bo vê yekê, 35 hezar metrekab qîr li şaredariya bajêr û gundewarê wê belav kir.