Minareya Çolî yan jî Minareya Mizaferiye yek ji şûnwarên dîrokî yên Hewlêrê ye ku dikeve başûr rojavayê Kelha Hewlêrê. Weke jêre tê gotin Qelaminare ew kelha Hewlêrê ji hev nayên cudakirin.

Minareya Çolî di serdama Sultan Muzaferedîn de hatiye çêkirin. Ev minare, minareya mizgefteke mezin a di wê demê de hatibû çêkirin bû. Bilindiya wê nêzî 22 metreyane.

Minareya Çolî heta sala 1935’an de destkarî lê nehatibû kirin. Piştî ku hikûmeta Iraqê bi fermî weke şûnwar nas kir, Rêveberiya Giştî ya Şunwariya Iraqê di sala 1960’an de dest bi karê nûjenkirina wê kir.

Minareya Çolî temenê wê zêdetirî 700 salane. Li gel Kelha Hewlêrê bûye sembola Hewlêrê û ji hev nayên veqetandin. 

ROJNEWS/HEWLÊR