HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi bîr anîn û got, “Hevrêyên me Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn ji herêmên cihê yên Kurdistanê tevlî nav refên têkoşînê bûne û bûne mînakên herî li pêş ên yekîtiya gelê me.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên di sala 2017’an de şehîd bûne got, “Partiya me PKK´ê bipêşketina hişmendiya neteweyî ya li Kurdistanê misoger kiriye û xeyala yekîtiyê ya gelê me ava kiriye. Hevrêyên leheng ên ku li seranserê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn û ji bo azadiya gelê me têkoşiyan û şehîd bûn, ji Botanê heta Serhedê, ji Dêrsimê heta Hewremanê, xeta berxwedan û azadiyê ava kirin. Hevrêyên me Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn ên di sala 2017’an de di dema berxwedanên destanî de bi fedekarî şehîd bûn, ji herêmên cuda yên Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bûn û di heman demê de bûn mînakên herî diyar ên yekîtiya gelê me.
Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re û di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn re dixwazin.
Hevrêya me Seran li Çewlîgê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên îmhayê zêde kirin, ew jî tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi heyecan û bênavber a jiyanê dihat nasîn. Li hemberî dagirkeran xwedî hêrseke bêdawî bû û hêrsa xwe bi rêxistin kir, veguherand qada têkoşînê ya xurt. Her kêliya jiyana xwe ji bo paşeroja azad a gelê me yê bindest bê teredut feda kir, di sala 2017’an de şehîd bû.
Hevrêyê me Denîz li Serhedê di nava malbateke girêdayî çanda xwe ya berxwedanê, hatine dinê. Di sala 2010’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Denîz kesayeta Serhedê ya berxwedêr bi xeta têkoşînê ya PKK’ê re kir yek û sekneke milîtanî ya xurt raber kir û di xeta fedayiyan de bû xwedî tevlîbûn. Mîrateya wî ya têkoşînê wê her tim pêşiya me ronî bike.
Hevrêyê me Battal li Nisêbîna Mêrdînê di nava malbatek ku hestên welatparêzî û çanda berxwedanê li pêş de, hatiye dinê. Di sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû. Di tevahî têkoşîna xwe de di xebatên cuda de cih girt û hemû berpirsyariyên ku girtine, bê kêmasî bi encam kir û xizmeta gelê xwe kir. Bi tecrûbe û lêhûrbûnên xwe pêşengî ji hevrêyên xwe yên ciwan re kir. Bi têkiliyên xwe yên xurt ên hevrêtiyê, li her qada ku lê ye bû çavkaniya hêz û moralê.
Hevrêyê me Andok li Amedê di malbateke welatparêz, bi çanda berxwedanê mezin bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Andok ku gelek bi hevrêyên xwe ve girêdayî ye, fêrbûn û fêrkirin esas girt, di her şert û mercî de hevrêtiya PKK’ê ya pîroz parast. Hevrê Andok, lawê leheng ê Amedê ku ji bo mîrateya şehîdên me yên nemir bigihîne serkeftinê, ku bêyî rawestan û bêhnvedanê xizmet ji şoreşa azadiyê ya gelê me re kir, wê her tim di nava têkoşîna me de bijî û rêya me ronî bike.
Hevrê Harûn ku li navenda rêûresma xurt a Botanê li Şirnexê ji dayik bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Harûn ê ku di bin bandora têkiliyên PKK'ê yên pîroz ên hevrêtiyê de bû û her tim hewl da vê girêdana pîroz hîn bêhtir xurt bike, bi kesayeta xwe ya fedekar û kedkar, hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe bidest xistiye. Bi pratîka xwe ya gerîla ya serketî bersiv da êrîşên mêtîngeran ên li dijî gelê me yê bindest, bi berxwedana ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de nîşan da bû navê xeta milîtanan.”
Nasnameya van şehîdan wiha ye;
Seran Kurdistan Xoser (Berfîn Bazancîr), li Çewlîgê ji dayik bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Denîz Ronî (Sunay Aydin), li Qersê ji dayik bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Battal Menal (Sezaî Altekîn), li Mêrdînê ji dayik bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Andok Fedakar (Latîf Kaymak), li Amedê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Harûn Kiçî (Zuheyr Uca), li Şirnexê ji dayik bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN