Mîmariyeke heşîn ji bo xwezayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 29 Mijdar 2022 - 04:05

Paytexta Koreya Başûr Seûl, bajarekî pirr qerebalix e. Hingî li bajar avahî çêbûne, êdî kes nikara zû bi zû cihekî bi heşînahî bibîne ku lê bigere û bêhna xwe lê vede. Ji ber ku bajar qerebalix bûye û avahî jî zêde bûne, bi vê yekê re berdana nava hewayê ya karbonê jî zêde bûye. Ev rewş jiyana xelkê ber bi tehlûkeyê ve dibe. Yanî ji bo jiyana insan xetereyeke mezin e. Mîmarê bi navê Kim Min Jea ku bi navê şirketa xwe Kim Min Jea Architects tê nasîn. Wî li hemberî vê rewşê konseptek ava kir û ev konsepta wî ya bêhempa dike ku li bajêr berdana nava hewayê ya karbonê kêmtir bibe.

Navê xebata wî “Seul Loop” e, ev weke ku tu tiştekî li hev bipêçe, hatiye çêkirin û li dora xwe digere. Wî ev avahiya xwe li herêma Huam-Dong a bajêr çêkiriye. Sêwirandineke balkêş û xweşik e. Wî dora vê avahiyê bi dar û depan pêçaye. Bi vê konsepta ku wî sêwirandiye, kulîlk û nebat jî dikarin bi riya fotosentezê ango bi awayekî xwezayî çêbibin. Wî li ser vê avahiya xwe panelên fotovoltaîk jî bi cih kirine. Yanî ev avahiya ku çêkiriye di heman demê de baxçe ne jî. Yanî ew dibin warekî heşîn ji bo bajar jî bêhn vede.

Her wiha ev warekî wisa ye ku li wir dikan, ofîs, cihên zanînê, depoyên ber û desketiyan jî hene. Li vir, xelk dê karibe fêkî û zebzeyan biçine û baxçeyan, werz û bistanan ava bike. Her wiha park jî hene ji bo xelk lê bigerin. Yanî avahiya mîmar Kim Min Jea, bi her awayî avahiyeke heşîn e û ji bo xwezayê ye. 

SEUL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.