Milyona Sedrî bi paş ket
Sêşem 16 Tebax 2022 - 21:45
- Serokê Tevgera Sedr, Muqteda el-Sedr da zanîn ku xwepêşdana “milyonî” ya ku diviyabû şemiya bê were kirin, heta demeke ne diyar hatiye bi paş ve xistin.
Serokê Tevgera Sedr, Muqteda el-Sedr da zanîn ku xwepêşdana “milyonî” ya ku diviyabû şemiya bê were kirin, heta demeke ne diyar hatiye bi paş ve xistin.
Muqteda el- Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Em ê li dijî gendeliya we, reform û şoreşê bidomînin.
Siyaseta we ya ku hûn hewl didin wek wê bimeşînin, nîşaneya îflasa we û israra we ya gendeliyê ye.” Sedr di heman twêta xwe de dema xwepêşandana “milyonek” mirovî ya şemiyê bê, heta demeke nediyar taloq kir.
Sedr weke her carê, weke ku ew siyasetê nake û di ser siyasetê re ye, peyivî û populîzma xwe nexist tehlûkeyê.
BEXDA