Milîtanên YJA-Starê pêşeng in

În 24 Mijdar 2023 - 00:10

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK gerîlayên ku li Girê Amediyê di çarçoveya operasyona şoreşgerî de çalakiyên serketî kirin, pîroz kir û wiha got:"Operasyona şoreşgerî ya 20'ê Mijdarê ya li herêmên Rojavayê Zapê û Metînayê ku derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist, hemû milîtanên HPG û YJA Starê yên çalakî kirin û ked dan, Biryargeha me ya Navendî ji dil pîroz dikin. Em ji hemû hevrêyên xwe re serketinê dixwazin ku li cihekî dijmin bi hemû hêz û derfetên xwe êrişê lê dike, plansaziyeke bi bandor pêk anîn û çalakiyeke mînak bi ser xistin. Em fermandarên vê operasyona mezin û çalakgerên mezin hevrê şehîd Andok, Ciwan û Botan bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Ew bûn şopdarên hevrê Rojhat û Erdal ku li dilê Enqereyê bi çalakiyeke mezin dijmin hejandin. Gerîlayên HPG û YJA Starê ku bi çalakiyeke ewçend mezin dest bi sala 46'an a partiya me PKK'ê kirin, bi vê operasyona şoreşgerî, bi xurtî tevlî pêngava navneteweyî bûn ku meha Cotmehê bi pêşengiya dostên me ji bo azadiya Rêberê dan destpêkirin. Şerê me yê azadiyê wê bi vê xeta fedaîtiyê ya bêhempa, di bin pêşengiya PKK û PAJK'ê de bi hêza gerîlatiya Kurdistanê ya ku îrade û nasnameya azad afirandiye, bigihê serketinê. Milîtanên YJA Starê jî weke pêşengên vê berxwedanê bi rengê Bêrîtanî şer dikin, biryardariya me ya bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya ber bi şoreşa jinê ve mezin dikin. Fedakariya mezin, biryardariya hevrêyên me yên jin hêzeke mezin dide gelê me û jinan hemûyan. Pêşengiyeke welê dikin ku jin hemû bi dilxwaziyeke mezin xwe lê bigirin û vê sedsalê fetih bike. Gerîlatiya fedaî ya li ser xeta Apoyî li ber xwe dide wê çalakiya herî mezin û bi rûmet, serhidlana herî mezin a dîrokê, meşa azadiyê ya herî mezin a gelê Kurdistanê bi ser bixîne. Bi vê baweriyê em careke din hemû hevrêyên xwe yên li Zê, Metîna û hemû qadan têdikoşin careke din bi hezkirin, hurmet û serketinê silav dikin û salvegera partiyê li her kesî pîroz dikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.