HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn, eşkere kir û got, “Bi biryardariya li ser xeta Apoyî û baweriya ji serketinê, bi daxwazeke mezin a bi salan şer kirin û bi roleke çalak rabûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne, eşkere kir û got, “3’ê Tîrmeha 2023’yan bi şev li qada Kanî Xezalê ya herêma Besta ya Botanê, êrişa dijmin pêk hat. Hevrêyên me Mîrza û Bengîn ên li ser erka xwe, li hemberî vê êrişê heta dawiyê li ber xwe dan û 4'ê Tîrmehê şehîd bûn. Hevrêyên me Mîrza û Bengîn ku ji milîtanên bijarte yên Apoyî bûn û li gelek qadên Botanê gerîlatî kirin, derbên giran li dijmin xistin, bûn fermandarên şareza yên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Bi sekn, wêrekî û lehengiya xwe hevrêyên me Mîrza û Bengîn wê her tim ji me re pêşengiyê bikin. Em sersaxiyê dixwazin ji malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re.

Hevrêyê me Mîrza weke zarokê malbateke welatparêz li Sêrtê ji dayik bû. Di 7'ê Hezîrana 2014'an de li herêma Herekolê ya Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mîrza li çiyayên Botanê 9 salan bênavber têkoşiya. Bi hewldan, biryardarî, daxwaz û îradeya şoreşê ya mezin a ku di kesayeta xwe de afirand, her astengî ji pêşiya xwe rakir. Hevrêyê me Mîrza di nava şert û mercên herî giran de bi derfetên kêm şoreşgerî kir û têkoşiya. Ji ber ku îdeolojiya Rêbertiyê nas kiribû, bûbû xwedî rêbaz û tempoya Apoyî, bû fermandarekî serketî. 

Hevrêyê me Bengîn jî li Mêrdînê, li gundê Barman ê Stewrê ji dayik bû. Di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Bengîn ku ewladê leheng ê Barmana welatparêz e, di nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de zû bi pêş ket, bû milîtan û fermandar. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de li ser xeta fedaî meşiya, ji bo me hevrêyên xwe jî mîrateyeke têkoşînê hişt ku nayê jibîrkirin. Weke şopdarên fermandarê me yê ciwan, Bengîn ê fedaî, em ê ala wî ya berxwedanê teqez bi ser bixînin.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Mîrza Bargiran (Mîrza Sezek), li Sêrtê ji dayik bûye, 4’ê Tîrmeha 2023’yan li Besta şehîd bû.

Bengîn Barman (Kahraman Karataş), li Mêrdînê ji dayik bûye, 4’ê Tîrmeha 2023’yan li Besta şehîd bû.

BEHDÎNAN