Yek ji nîvîskarên herî navdar ên cîhanê, Mîlan Kûndera di 94 saliya xwe de wefat kir.
Nivîskarê Fransî, Milan Kundera bi eslê xwe ji Çekyayê ye. Ew pêr (sêşemê) li Parîsê mir.
Kundera sala 1929’an li Brno ya li herêma Moravya ya Çekoslovakyayê hat dinê. Gava berhemên wî hatin sansurkirin, ji Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê derket, di sala 1975’an de koçberî Fransayê bû. Kundera sala 1981’ê di dema serokkomariya François Mitterand de bû welatiyê Fransayê.
Milan Kundera dema ku hîna li Çekoslovakyayê du pirtûk weşandin; “Henek” a sala 1965’an û di sala 1968’an de jî “Evînên ku Mirov Pê Bikene”.
Ji 1993’yan û vir ve êdî hemû berhemên xwe bi Fransî nivîsandin. Têkildarî parastina jiyana taybet, gelekî hesas bû. Milan Kundera ji 1985’an û vir ve tenê bi nivîskî bersiva pirsan dida. Biyografiya wî ya fermî ya di pirtûkên wî de dihat gotin: “Milan Kundera li Çekoslovakyayê hatiye dinê. Sala 1975’an niştecihî Fransayê bû.”
Pirtûkên wî hatin wergerandinî zêdeyî 40 zimanan. Milan Kundera yek nivîskarên herî bi bandor ê cîhanê bû. Berhema wî ya “Siviktiya hebûna ku mirov nikare xwe li ber negire” sala 1984’an hat weşandin û weke şahesereke wî tê nirxandin.
Berhemên Milan Kundera ku xwe îdealîzmên çewisîner hemûyan dûr xistiye, mirovan weke bi qisûr, dikare bixape, kêm, ne diyar û ne saf, qebûl dike.
NAVENDA NÛÇEYAN