Mijarên li Îmraliyê axivîn

Çarşem 18 Hezîran 2025 - 03:50

  • Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku divê dewlet li gorî bendewariyên gel gavan biavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê lez bidin hinek tiştan. Ev yek hem ji bo Sûriyeyê hem jî ji bo Rojava û Tirkiyeyê derbasdar e."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmût Yamalak û Ergîn Atabey di 7’ê Hezîranê de bi boneya Cejna Qurbanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Abdullah Ocalan, 26 salan piştre cara ewil bi zarokan re hevdîtin kir. Kurê Fatma Ocalanê û xwarziyê Abdullah Ocalan, Alî Ocalan û biraziyê wî Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di hevdîtinê de cih girtin. Her wiha du zarokên Alî Ocalan jî di serdanê de cih girtin.  Omer Ocalan, têkildarî tiştên di hevdîtinê de axivî. 

Ocalan, got ku di hevdîtinê de rewşa DEM Partiyê jî hatiye nirxandin. Ocalan, anî ziman ku Abdullah Ocalan der heqê DEM Partiyê wiha got: “Ji bo siyaseta demokratîk pêşiya DEM Partiyê vedibe. Hewce ye DEM Partî li her derê konferans û civînan li dar bixe. Kesên di civîn û konferansan de diaxivin divê ew kes bin ên baş paradîgmaya dizanin û şîrove dikin. Divê bi gel re danûstandina fikrî bikin. Hewce ye êdî li Behra Reş dengê DEM Partiyê zêde bibe. Ji bo ku DEM Partî siyaseteke berfirehtir bimeşîne, gelek firsend derketin holê. Hewce ye potansiyela xwe ya li Behra Reş, Behra Spî û Anatoliyaya Navîn derxîne holê. Li tevahiya Tirkiyeyê krîzeke aborî heye, xizanî heye. Li gelek bajaran dostên me yên karker hene. Divê DEM Partî ji bo vê bixebite. Krîzek heye, aborî nebaş e, xizaniyeke mezin heye û karker nikarin debara xwe bikin. Divê DEM Partî li ser van mijaran bisekine û li her derê hêza xwe mezin bike.” 

Ocalan, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku divê dewlet li gorî bendewariyên gel gavan biavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê lez bidin hinek tiştan. Ev yek hem ji bo Sûriyeyê hem jî ji bo Rojava û Tirkiyeyê derbasdar e. Divê dewlet rola xwe bilîze. Hinek bendewarî û pêdiviyên civakê hene. Divê dewlet li gorî van hesasiyetan tevbigere. Pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye. Ev 41 sal in şer heye û gihişt vê astê. Divê di her qadê de guherîn û veguherîn çêbibe. Rêber Ocalan balê dikişîne ser veguherîn û nûbûnê. Moralê me jî baş e. Bi vê wesîleyê ez silavên Rêber Ocalan ji hemû malbatên şehîdan û gel re dişînim.” 

Nirxandina Îsraîl-Îranê 

Ocalan, bal kişand ser şerê Îsraîl-Îranê û got ku Abdullah Ocalan di vê mijarê de çendek hişyarî kiriye. Ocalan, wiha domand: “Dema me hevdîtin dikir, şerê Îsraîl û Îranê ewqas mezin nebûbû. Lê di hevdîtina ewil de Rêber Ocalan behsa Sûriye, Iraq û Îranê kiribû. Bi ser hevdîtinê re 6 meh derbas bûn. Wê demê gotibû ku mudaxilekirina Îranê dê dirêj neajo. Got; ‘Li Rojhilata Navîn niha Xezeyek heye lê heke pêşiya şer neyê girtin, heke demokrasiyeke xurt çênebe, dê 50 Xeze çêbibin.’ Dema mirov li van gotinên Rêber Ocalan ên 6 meh berê dinihêre, tiştên niha em baştir fêm dikin. Heke li Rojhilata Navîn jiyaneke azad an jî pergaleke demokratîk çênebe, dê kaos û şer çêbibe. Xetere li ser tevahiya mirovahiyê ye. Divê pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Pergala li Îranê li dijî civakê ye. Divê ev rastî were dîtin. Heke civakeke pirsgirêkên xwe çareser neke, zemîna mudaxileya derve çêdike. Tevahiya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dikare li ser zemîneke demokratîk bi rêya diyalogê were çareserkirin. Li dewletên li Rojhilata Navîn înkar, pişaftin, komkujî, jenosîd, tunehesibandin, olperestî û qebûlnekirina hevdu heye. Ji bo pirsgirêkên heyî ji holê rabin, divê demokrasî, wekhevî, azadî û hevqebûlkirin hebe. Heke ev bibe, wê demê sedemên şer jî ji holê radibin. Rejîma Îranê tu qada jiyanê ji gel re nehiştiye. Zilmê li jinan, Kurdan û gelên din dike. Ev yek jî kaosa li Rojhilata Navîn kûrtir dike. Dê bandora şerê Îran-Îsraîlê li ser Kurdistanê hebe. Partiya me daxuyanî da û bal kişand ser diyalogê. Diyalog, demokrasî ye. Mafê jiyanê yê hemû gelên Rojhilata Navîn heye. Gelê Kurd jiyaneke nû dixwaze. Divê hemû dewlet xwe li gorî sedsala 21’emîn veguherînin. Di şer de civak tê tepisandin û qetilkirin. Her kes bedela wê dide. Em Kurd divê li dijî tiştên diqewimin yekitiya xwe ava bikin. Divê Kurd bibin yek û parastina xwe xurt bikin.”

MA / RIHA /EMRULLAH ACAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.