Li bajarê Swîsreyê Aarauyê, festîvalek ji bo zarokên Kurd hat organîzekirin. Zarok di Mihrîcana Zarokên Rojê de hatin cem hev.
Slogana mihrîcanê wiha bû: "Zarok azadî ye, zarok paşeroja me ye, zarok hêvî ye û zarok hebûna me ye". Malbat û zarokan gelek çalakî li dar xistin. Bi van çalakiyan û bi mihrîcanê îşaret bi girîngiya zimanê dayikê hat kirin û li ser ziman, çanda Kurdî û dîroka Kurdistanê zarok û malbat hatin agahdarkirin.
Di mihrîcanê de atolyeya boyaxkirinê, lîstik, şano, muzîk û govend hebûn. Meclîsa Jinan Rojbînê, di dema festîvalê de da zanîn ku ew ê her sal Mihrîcana Zarokên Rojê organîze bikin.
AURAU