‘Mihrîcana Wênegirên Sûrî’ li Qamişlo

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:26

Yekemîn mihrîcana Yekîtiya Wênegirên Sûrî li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Her wiha mihrîcan du rojan wê bidome. Hemû endamên Yekîtiyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), TEV-ÇAND û hin wênekêşên pispor ên ji dervî welat wek Misir û Başûrê Kurdistanê tevlî bûn.

Di heman demê de sed wêne bi destê 40 wênegiran bi çîrokên cuda hatine pêşkêşkirin û semînerên li ser fotografiyê hatin dayîn.

Di destpêkê de ji bo cangoriya azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê yekîtiyên Wênegirên Fotografên Sûrî Ehmed Mardenlî li ser mihrîcanê axivî û got: “Em spasiya hemû beşdaran dikin. Me dixwest ku mihrîcana me di 31’ê Sibatê de ba, lê ji ber derfetên kêm me kir 12’ê Sibatê. Her wiha ev mihrîcana yekem e û her sal wê were li darxistin. Çar beşên mihrîcana me hene yê yekem axaftina li ser wênevaniyê, hevpeyvîn bi wênevanên derve re, pêşengeha tabloyên wêneyên 40 wênegiran û di dawiyê de wê xelat jî ji bo hin wênegiran werin belavkirin. Ez dubare sipasiya we dikim ji bo hazirbûna we.”

Li ser navê Yekîtiya Civaka Demokratîk Ayid Îbrahîm axaftinek kir û anî ziman ku di riya wênegiriyê de rastiya mirovahiyê derdikeve pêş.

Xizmeteke hêja ye

Serokê Komeleya Wênegeriyê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Cemal Salih bi dîmen beşdarî mihrîcanê bû û wiha got: “Di serî de em vê mihrîcanê pîroz dikin û ev yek ji bona gelê Kurd xizmeteke baş e. Bi dirêjahiya salan Kurdan hewl dane ku bi mafê xwe yên netewî bijîn û xwe di her gava jiyanê de bi rêve bibin. Bêguman gelek xebat di Kurdistanê de hatine meşandin û gelek xebatên hêja bûn.”

Wênegirê pispor Ebd El Qadir Sûsikê li ser giringiya wênegirtinê ji bo mirovan û tevahî cîhanê got, “Wênegirî ji hestê mirov tê avakirin ji ber wê jî mirov dikare bêje ku di riya wênekêşiyê de nasnameya jiyanê tê derxistin.”

Ji Misrê pisporê Wênekêşiyê Mihemed Hîşam jî bi rêya dîmen beşdarî mihrîcanê bû û hin wêneyên ku li bajar û cihên cuda girtine pêşkêş kirin.

Di dawiya roja yekem de bi pêşkêşkirina tabloyên wêneyan mihrîcan bi dawî bû.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.