Mihrîcana Wêje û Huner a Jinan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Çile 2023 - 04:20

Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê, amadekariyan dike ku Mihrîcana Wêje û Hunera Jinan a 8’an bi dirûşma “Bi çanda ‘Jin jiyan azadî’ em dê hunerê şoreşê pêk bînin” li dar bixe.

Her sal bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ev mihrîcan li dar dikeve. Li gorî bernameya mihrîcanê, çalakiyên hunerî, govend, şano û helbestxwendinê wê bên lidarxistin.

Mihrîcan dê li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya Qamişloyê li dar bikeve û tablo, amûrên kevnar, destkariyên jinan û cil û bergên gelêrî yên pêkhateyan werin nîşandan.

Derbarê dirûşmê de endama Komîteya Amadekar Evîn Bîlal got, “Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li seranserî cîhanê belav bû. Me xwest vê mihrîcanê li gel belavbûna vê dirûşmê ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin, li dar bixin û hunerê jinan bi naverok û rastiya wê dirûşmê ve girê bidin.”

 

Şert û mercên miracaeta mihrîcanê

Komîteya amadekar ji bo şert û mercên qebûlkirina daxwaznameyên tevlîbûnê jî got; “Temenê yên beşdarî mihrîcanê bibin divê ne kêmtirî 18 salî be. Berhem bi sê zimanan; Erebî, Kurdî û Suryanî tên qebûlkirin. Yên dixwazin beşdar bibin, dikarin tenê bi cureyekî hunerê yan çîrok yan helbest yan gotar beşdar bibin.”

Divê berhem nehatibin weşandin, ji zimanekî din nehatibin wergerandin. Hejmara gotinan di çîrok û gotaran de 2 hezar gotin û ya helbestan ji 2 rûpelan ne zêdetir be.

Di mihrîcanê de her wiha pêşbirka destkariyan û hunerê şêwekariyê dê li dar bikeve. Li gorî endama komîteya amadekar, komîteya nirxandinê ya mihrîcanê ji jinên herêmê û derveyî wê pêk tê.

Komîteya amadekar a mihrîcanê, berheman heta 24`ê Sibatê werdigire.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.