Mihrîcana Şehîd Stêrvan a Sêyemîn a li Tebqa, Reqa, Minbic, Dêra Zorê bi dirûşma "Bi rengê jinên ciwan em ê şoreşa çandê geş bikin" dest pê kir.
Nûnerên rêveberiya sivîl, meclisên leşkerî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, saziyên ciwanan, bi sedan şêniyên Tebqa, Reqa, Dêra Zor, Minbicê beşdarî bûn.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê endama rêveber a yekîtiyê Avesta Xabûr axivî, mihrîcan li jinên ciwan pîroz kir û got, "Em ê xeta têkoşînê heta damezrandina civakeke demokratîk û azad dewam bikin."
Li ser navê Kombûna Jinên Zenûbiya, Xûd Îsa El-Elî jî bal bire ser têkoşîna jinan li hemberî DAIŞ'ê û got, di pêngavên li dijî DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jinan pêşengî kir û ji bo azadiya xwe û gelê xwe bi hezaran şehîd dan û hîna jî didin.
Piştî xwendina peyamên pîrozbahiyê jî hunermend Yasmîn Mihemed a ji Tebqayê stran, Koma Govendên Kurdî ya ji Minbicê, Koma Hunerên Gelêrî ya Tebqayê, hunermenda ciwan Qemer a ji Minbicê, Koma Botan a Tirman a ji Minbicê, hunermend Munetullah a ji Reqayê, Koma Malbatên Şehîdan a ji Reqayê, Koma Govendê ya ji Dêra Zorê, Komên hunerê şer ê Taekwondo yên Minbic û Reqayê hunerên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiyê de beşdarên mihrîcanê xelat wergirtin.
TEBQA